Parlamentoya Lîbyayê, li ser ibtalkirina peymana Erdogan û El-Sîrac, erê kir

Di rûniştina awarte ya ku îro li bajarê Benxazî li dar ketiye de, endamên parlamentoya Lîbyayê dengê xwe li ser peymanên dewleta Tirk û hikumeta El-Wîfaq da.

Parlamentoya Lîbyayê, li ser ibtalkirina peymana Erdogan û El-Sîrac, erê kir
4 ÇILE, 2020   11:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên parlamentoyê, serokê hikumeta El-Wîfaq Fayiz El-Sîrac bi pêkanîna sûcên îxaneta mezin tewanbar kir û banga rakirina wî ji serdozgeriyê kir û wî lêpirsîn bikin.

Parlamentoyê bang li aktîvkirina peymanên parastina hevpar li dijî destwerdana dewleta Tirk û vekişîna rewa ji hikumeta El-Wîfaq li Terablusê, kir.

Parlamentoya Lîbyayê, deng li ser rakirina serokê Meclisa serokatiyê ya hikumeta El-Wîfaq Fayiz El-Sîrac, wezîrên karên derve û yê hundirîn ji serdozgeriyê bi tewanbariya îxaneta mezin da, da ku bên darizandin.

Tevgerên dewleta Tirk li Lîbyayê, hêrseke herêmî û navdewletî, bi taybet ji hêla Misr, Yewnanistan û Qubrisê de ava kir û her wiha jî NY’yê der barê şandina dewleta Tirk a leşkerên xwe ji Lîbyayê re, hişyar kir.

(fr)