TEV-DEM’ê xebatên xwe yên salekê nîqaş dike  

Bi diruşma"Bi rihê şoreşê, civaka demokratîk ava dikin", TEV-DEM’ê îro civîna xwe ya salane li Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li da xist.

TEV-DEM’ê xebatên xwe yên salekê nîqaş dike  
TEV-DEM’ê xebatên xwe yên salekê nîqaş dike  
TEV-DEM’ê xebatên xwe yên salekê nîqaş dike  
TEV-DEM’ê xebatên xwe yên salekê nîqaş dike  
TEV-DEM’ê xebatên xwe yên salekê nîqaş dike  
TEV-DEM’ê xebatên xwe yên salekê nîqaş dike  
4 ÇILE, 2020   12:29
QAMIŞLO

Di bin banê Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) de, 27 yekitî û sazî ji  tevahî çîneyên civakê, ji nav jî yekitiyên bijîşk, mamoste, kedkar, dermanfiroş, endazyar, ajokar, mutehid, Odeya endustirî, bazirganî û çandinî, rêxistina mafên mirovan, rêxistina rojava ya alîkarî û geşkirinê û Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava(NRLS), civîn hat lidarxistin.

Ev civîn piştî lidarxistina kongreya 3’yemîn a TEV-DEM’ê di 27’ê Tebaxa 2018’an de cara yekemîne lidar dikeve. Di kongreya 3’yemîn de partiyên siyasî ji bin banê tevgerê derketin û di bin banê TEV-DEM’ê de saziyên civaka sivîl kom bûn.

Di civîna salane de, nûner ji tevahî yekitî û saziyên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebitin, beşdar bûn. Her wiha jî di cîvînê de, cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd û hevserokên TEV-DEM’ê Xerîb Hiso û Zelal Cîger, amade bûn.

Armanca TEV-DEM’ê avakirina civaka demokratîk e, ku tê de xebat li gorî sazî, rêxistin, yekitî û sandîqeyan bê birêxistinkirin ku wek meydana sêyemîn a binesaziya civakî ya demokratîk tê dîtin.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd di destpêka civînê de pêşdeçûnên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, şîrove kirin.

Piştre hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso, rapora salane ya tevgerê û xebatên pêk anîne xwend û her wiha jî yekitî û rêxistinan raporên xwe yên salane pêşkêş kirin da ku bên nîqaşkirin.

Ji aliyê xwe ve jî tevahî sazî, yekitî û rêxistinan israra li bihêzkirina xebat û rakirina astên xwe, raber kir.

Civîn li pêş çapemeniyê hat girtin, da ku raporên salane yên tevahî rêxistinên di bin banê TEV-DEM’ê de bi awayekî hûrgilî bên nîqaşkirin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Q5P6SmBgCbI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>