Hefter seferberiya giştî ji bo dagirkeriya Tirkiyê ragihand

Fermandarê artêşa El-Wetenî ya Lîbya Xelîfe Hefter serferberiya giştî li dijî hemû hêzên derve ku ji Lîbya re tê şandin ragihand.

Hefter seferberiya giştî ji bo dagirkeriya Tirkiyê ragihand
4 ÇILE, 2020   10:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Hefter bang li Lîbyan kir ku bibin yek û li dijî vî dagirkerî çekê hildin, ew yek bersiva biryara Enqere ji bo şandina hêzan li Terablûsê.

Hefter wiha got: "Em ê nakokiyên xwe ji holê rabikin û serferberiyê ragihînin, bi jin û mêran, leşkeran û sivîlan çekê rabikin, bi hemû hêza xwe amade bin, da ku parastina rûmet û axa xwe bikin."

Hefter teqez kir ku şerê ku artêş li Terablûsê pêk tîne li ber serkeftinê ye, her wiha dê şer niha bibe şerê beramberî dagirkeriyê.

 (jo)