Li Kobanê encamên sererastkirina ragalan diyar dibe

Bi hatina baranê re serketina projeya ragalên avê diyar bû. Şaredariya Gel a Kobanê sibata derbasbûyî dest bi sererastkirina ragalan kiribû.

Li Kobanê encamên sererastkirina ragalan diyar dibe
Li Kobanê encamên sererastkirina ragalan diyar dibe
Li Kobanê encamên sererastkirina ragalan diyar dibe
4 ÇILE, 2020   07:52
KOBANÊ

Gelek taxên bajarê Kobanê zehmetiya baranê dikişandin, ji ber vê yekê Şaredariya Gel a bajarê Kobanê dest bi projeyên sererastkirina ragalan kirin.

Proje di sibata derbasbûyî de dest pê bû û heta niha jî berdewam e, li ser vî esasî 6 hezar û 700 meter çêkirine.

Şaredariyê ragalên avê ji başûrê bajarê Kobanê û heta bi orta bajêr û taxên rojhilatê sererast kirin, anku li taxa Ganiya Kurdan ava baranan diçe xwarê.

Tevî ku ragal bi dawî nebûne, lê belê bi hatina baranê re encamên serketina projeyan diyar bû û goncal çênebûn.

Tê payîn ku dirêjahiya ragalê dê heta 10 km be û niha nêzî goristanan Şehîd Dicle ragalekê dikolin û ji wir av wê ber bi başûr ve biherike.Tê zanîn ku 3 konçalên avê hene ew jî ber bi bajar ve diherikin, lewma şaredarî dê vê pirsgirêkê jî çareser bike.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3aOf1oGv9gw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>