Buroya PYD’yê ya li Şêxmeqsûdê, tecrîda li ser Ocalan, şermezar kir

Buroya PYD’ê ya li Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê, tecrîda girankirî ya dewleta Tirk li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye, şermezar kir.

Buroya PYD’yê ya li Şêxmeqsûdê, tecrîda li ser Ocalan, şermezar kir
4 ÇILE, 2020   11:53
HELEB

Ji dema dîlgirtinê ya 15’ê Sibata 1999’an de, dewleta Tirk tecrîda girankirîli dijî rêber Abdullah Ocalan ferz kirî..

Gel û siyasetmedar, bergiriyên dewleta Tirk ên li dijî rêber Abdullah Ocalan, nexasim Ocalan di gelek boneyan de amadekariya xwe li ser pêşkêşkirina çareseriyên avaker ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re danîn, rexne û şermezar kirin.

Di vê çarçoveyê de, Buroya PYD’yê ya taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê, tecrîda li dijî Ocalan, şermezar kir.

Yek ji rêveberên PYD’yê ya taxa Şehîd Rûbar, Esmehan Xelîl daxuyanî bi beşdariya tevahî endamên PYD’yê yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li pêş Buroya PYD’yê ya li taxa Şêxmeqsûd a beşa rojava, xwend.

Daxuyaniya Buroya PYD’yê ya taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê wiha ye:

"Piştî derbasbûna 21 salan di ser komploya navdewletî re ya ku fîlozofê neteweya demokratîk û rêberê Gelê Kurdistanê Abdullah Ocalan hedef girtiye û her wih di komployê de tevahî hêz û aliyên navdewletî tê de beşdar bûn, ne tenê kesayeta rêbertî hat hedefgirtin, lê belê tevahî gelên herêmê bûn armanc. Ji ber ku fikir û têkoşîn li hember hêzên hegamonîk ên cîhanî astengiyeke mezin bû. Rêber Ocalan ji 40 salî ve li gor Manîfîstoya têgehên wê diyarker ku zihniyeteke azad biafirîne û gelên herêmê ber bi rizgarkirina civakî ve bibe, têkoşiya.

Rêber Ocalan, li gor pradîgmaya lêkolînên dîrokî, encamderxistina tecrûbe û pêşdeçûnê, ku xwe dispêre sê tiştên bingehên ên ferd, civak û demokratiyê û her wiha jî ya ku xwe dispêre li ser rihê ciwan û jinan, xebatên xwe pêk anîn.

Di serdana parêzan de, rêber Ocalan da zanîn ku amade ye çareseriyan ji pirsgirêka Rojhilata Navîn bi rêya diyalogan pêk bîne. Ji ber vê jî, dewleta Tirk a faşîst ev, çareserî fêm nekir û înkar kir.

Em wek PYD’yê soza girêdan û piştgiriya xwe bi rêber Abdullah Ocalan re nû dikin û binpêkirinên ku dewleta Tirkiyê li dijî wî pêk tîne, şermezar dikin. Her wiha dê têbikoşin, fikir û felsefeya rêbertî ronî bikin. Li aliyekî din jî piştrast dikin ku ne ji gelê me re û ne jî  ji tevahî gelên Rojhilata Navîn re, azadî bêyî azadiya rêber Ocalan heye.

Em  bang li tevahî hêz, partiyên demokratîk, tevahî saziyên hiqûqî û aştîhezên li cîhanê dikin  ku têkoşîna ji bo bidawîkirina tecrîdê gur bikin û her tiştî ji bo serbestberdana rêber Ocalan pêk bînin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/R_IqKsoPHAo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>