El-Caferî: Tirkiyê bi piştgiriya terorê ji erkên xwe dûr dikeve

Nûnerê rejîma Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî Beşar El-Caferî anî ziman, rejîm dê dest ji mafê xwe yên tinekirina terorê li Idlibê bernede û got, Tirkiyê bi piştgiriya terorê ji erkên xwe dûr dikeve.

El-Caferî: Tirkiyê bi piştgiriya terorê ji erkên xwe dûr dikeve
3 ÇILE, 2020   19:53
NAVNEDA NÛÇEYAN

Nûnerê rejîma Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî Beşar El-Caferî piştî civîna girtî ya li Konseya Ewlekariyê di daxuyaniyek çapemeniyê de got: "Sûriyê dest ji maf û erkên xwe yên tinekirina terorê li bargeha dawî ya li Idlibê bernade."

El-Caferî anî ziman ku "Hin endamên Konseya Ewlekariyê di tinekirina terorê de bi bin ketin. Dewletên Yekitiya Ewropayê bi awayekî ne berpirsyar nêzî dosyaya terorîstên biyanî dibe û veguhestina rejîma Tirkiyê terorîstin ji Idlibê ber bi Lîyayê ve paşguh dike."

El-Caferî got: "Tirkiyê bi piştgiriya rêxistinên terorîst ên li Idlibê ji erkên xwe yên di çarçoveya lihevkirinên Soçî û Astanayê de derketin dûr dikeve."