Şêniyên Serêkaniyê banga derxistina dagirkeriya Tirk, kirin

Şêniyên herêma Serêkaniyê yên ji ber êriş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê koçber bûne, diyar kirin ku çete li ser sivîlan kiryarên dermirovî pêk tînin. Şêniyan bang kirin ku çete ji herêmên wan werin derxistin da ku li malên xwe vegerin.

Şêniyên Serêkaniyê banga derxistina dagirkeriya Tirk, kirin
Şêniyên Serêkaniyê banga derxistina dagirkeriya Tirk, kirin
Şêniyên Serêkaniyê banga derxistina dagirkeriya Tirk, kirin
Şêniyên Serêkaniyê banga derxistina dagirkeriya Tirk, kirin
Şêniyên Serêkaniyê banga derxistina dagirkeriya Tirk, kirin
Şêniyên Serêkaniyê banga derxistina dagirkeriya Tirk, kirin
Şêniyên Serêkaniyê banga derxistina dagirkeriya Tirk, kirin
4 ÇILE, 2020   06:01
HESEKÊ

Di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên sînor ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sedhezaran sivîl hatin koçberkirin.

Li gorî daneyên Buroya Karûbarên Mirovî ya Bakur û Rohilatê Sûriyê di van êrişan de bi kêmanî 478 sivîl şehîd bûn, hezar û 70 birîndar bûn û zêdeyî 300 hezar kes koçber bûn.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo koçberên xwe spartine bajarê Hesekê 64 navend vekirin û li bajarokê Tiwêna yê 12 km dikeve rojavayê bajêr kampa Waşokanî vekir. Di kampê de 5 hezar kes dimînin.

Koçber di nava şer û mercên zehmet de dijîn. Ji bilî Rêveberiya Xweser û Heyva Sor ti rêxistinên din navnetewî alîkariyê nakin.

Telîa Mihemed a ji gundê Leylan ê Serêkaniyê dibêje "Ji ber çeteyên dagirkeriyê Tirk ên navê Artêşa Niştimanî ya Sûriyê li xwe dikin ji gundê xwe hatin koçberkirin. Wan çeteyan malên me talan û wêran kirin."

Telîa wiha banga derxistina çeteyan ji gundên xwe kir û got: "Çima wisa bi serê me dikin. Em dixwazin çeteyên dagirkeriya Tirk ji erdê me derkeve da ku lê vegerin. Rewşa me li vir baş e hemû pêwîstiyên me didin me."

Hesîna El-Mihemed a ji gundê Cerada yê rojavayê Serêkaniyê tîne ziman ku bi hebûna çeteyan ti kes nikare vegere mala xwe. Hesîna got: “Piştî êrişên domdar ên çeteyên dagirkeriya Tirk li ser gundên me em meçar man ji gundê xwe derkevin. Ti kes nikare vegere mala xwe ji ber çete li wir in."

Hesîne îşaret pê kir ku çete şêniyan direvînin, heqaretê li jinan dikin, malên sivîlan mayîn dikin û hemû alavên mala wê dizîn.

Şemsa El-Hisên a ji Serêkaniyê jî got: “Çeteyan bajar bi tamamî wêran kirin. Ji bo parastina xwe em ji bajêr derketin, rewşa me ya li vir pir zehmet e. Em dixwazin vegerin malên xwe."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/54I5vXOmics" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>