Eşîrên Ereb: Diyalogên navxweyî rêya çareserkirina alozî û bidawîkirina dagirkeriyê ye

Rûspiyên Ereb ên kantona Qamişlo bal kişandin ser girîngiya diyalogên navxweyî û destnîşan kirin ku ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li herêmê  û çareserkirina aloziya Sûriyê diyalogên Sûrî-Sûrî esas e.

Eşîrên Ereb: Diyalogên navxweyî rêya çareserkirina alozî û bidawîkirina dagirkeriyê ye
4 ÇILE, 2020   05:35
QAMIŞLO – RÊNAS REMO

Aloziya Sûriyê derbasî xala xwe ya 9‘an bû, bêyî ku tu asoyên çareseriyên aştiyane xuya bibin. Sedema vê yê destwerdanên herêmî û navdewletî di rewşa Sûriyê de. Bi taybet dewlet Tirk a ku gelek deverên Sûriyê ji Cerablus, Bab, Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine. Bi mijara çareserkirina aloziya Sûriyê gelek civîn çi li Cinêv, Astana û Soçî be hatin lidarxistin, lê hemû jî ti encam negirt ku xizmeta gelê Sûriyê bike.

Hêzên siyasî yê demokratîk dibînin ku çarserî bi rêya diyalogên navxweyî û beşdarkirina tevahî beşên civakî pêkane.

Rûspiyên eşîrên Ereb ên kantona Qamişlo diyar kirin ku divê diyalogên Sûrî-Sûrî destpê bikin da ku dawî li aloziya heyî were.

Ji rûspiyên eşîra Zubeyd Raxib El-Faris destnîşan kir ku aliyên derve ji destpêka aloziya Sûriyê ve hewl dan ewlehî û aramiya herêmê têk bibin û fitneyên mezhebî belav bikin. Şêx Raxib El- Faris anî ziman ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk bersiva van hewldanan da û didin.

Şêx Raxib El-Faris bal kişand ser girîngiya diyalogên navxweyî ya dûr mudaxeleyên derive û got: “Rêveberiya Xweseriya Demokratîk modêla çareseriya siyasî ji bo Sûriyê ye.”

Şêx Şakir El-Miftah ku yek ji rûspiyên qebîleya Weda ye destnîşan kir ku Tirkiyê bi rêya çeteyên xwe hewl dide deverên din ên xaka Sûriyê dagir bike û got: “Tevahî eşîrên Ereb planên Tirkiyê yên dagirkirinê têgihiştî ne.”

Şêx Şakir El-Miftah îşaret bi îdîayên Erdogan a "Herêma ewle" kir û got: “Ev îdîa hewldanek ji bo parçekirina xaka Sûriyê ye. Eşîrên Ereb li hemberî vê projeya Osmanî disekinin û bi "Xeter" wesif dikin.”

Şakir El-Mihfat bang li gelê Sûriyê kir ku ji bo bidawîkirina aloziyê û planên derve yê li dijî gelê Sûriyê dest bi diyalogên naxweyî bikin.

ANHA