Şêniyên Girê Spî li dijî sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê meşiyan

Şêniyên bajarê Girê Spî ya dagirkirî meşek lidar xistin, xwestin ku çeteyên "Feyleq El-Mecid" ya ser bi dewleta Tirk ve ji bajarê derkeve û tevahî kesên hatine revandin werin berdan.

Şêniyên Girê Spî li dijî sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê meşiyan
Şêniyên Girê Spî li dijî sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê meşiyan
Şêniyên Girê Spî li dijî sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê meşiyan
3 ÇILE, 2020   15:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecihî ji bajarê Girê Spî ragihandin ku bi sedan şêniyên bajarê Girê Spî ya ji aliyê artêş û çeteyên dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin piştî nimêja nîvro xwepêşandanek lidar xistin.

Şêniyan dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ya li bajêr red kirin û pankartên ku banga derketina çeteyên   "Feyleq El-El-Mecid" ên ser bi dewleta Tirk ve ji bajêr kirin, ku beriya du rojan ciwanê bi navê Emar Hecî yê ji eşîreyeke Ereb a navdar qetil kirin û hewl dan erebeya wî bidizin.

Xwepêşandêran her wiha banga serbestberdana tevahî sivîlên ji aliyê dagirkeran ve hatiye kirin.

ANHA