YBŞ’ê nasnameya şervanê xwe yê şehîd eşkere kir

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê ragihandin ku şervanê wan Ferhat Dilêm 28’ê Kanûna 2019’an di encama qezayekê de şehîd bû.

YBŞ’ê nasnameya şervanê xwe yê şehîd eşkere kir
3 ÇILE, 2020   15:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) têkildarî şehadeta şervanê xwe Hesan Eswed Ehmed Kerdoş (Ferhat Dilêm) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Şervanê me rêheval Ferhad di malbatek welat parêz de hat dinyayê. Ev walatparêziya malbatê ji bo xwe kir çirûska têkoşînê û dilsoziyek axê. Dema sala 2014’an 8’ê Tebaxê çeteyên DAIŞ’ê êrişê Şengalê kir bi malbata xwe ve xwe dan aliyê têkoşîna azadiyê. Hevalê Ferhad Dema berxwedaniya şervanan li hemberî DAIŞ’ê ji nêzde dibîne jê bandor dibe û di sala 2016‘an de berê xwe dide nava refên têkoşînê.

Êşa ku gelê me jiyan kir ji bo xwe kir soza tolhildanê, serkeftinê û azadiyê. Her tim li ser vê soza xwe meşiya û di gelek qadên berxwedanê de cih girt û erkên girîng girt ser milê xwe. Di van erkên girtine ser milê xwe her tim bi serkeftî encam digirt. Ji bona vê jî di nava hevalên xwe de bi hezkirinekî mezin di hat hezkirin û mînak dihat girtin. Hevalê Ferhad bi tevlîbûyîna xwe û girêdanbûyîna xwe a têkoşîna azadiyê nûmûneyek bû. Ji bona vê jî herî dawî ji bona fermandarê Siriye ( fermandarê tabûrê) hat erkdarkirin.

Hevalê me Ferhad ti carî perwerde û jiyan ji hev cuda ne digirt dest digot ” perwerda herî mezin jiyana me ye em çiqas ji jiyana xwe hez bikin wê perwerda me ji ew qas bi encam be, em çiqasî ji perwerda xwe hez bikin wê jiyana me jî ewqas serkeftî be.” Bi van helwestê xwe di jiyanê de ti carî şaştî qebûl nedikir û li hember şaştiyan jî timî xwedan helwest bû. Hevalê me Ferhad çawa ku di jiyanê de di çeperan de û di helwestên xwe yên rêxistinî de bandorek ê xwe di nava hevalên xwe de hebû şehadeta wî jî ku di encama qazayekê de çêbûye bandorekê xwe çêkir.

Di serî de em ji malbata xwe ya Şehîd Ferhad û tevahî malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin. Em dibêjin çawa ku hevalê me Ferhad soza ku daye şehîdan û ser şopa Mam Zekiyan, Mahir Teyawiyan, Ciger Şengaliyan û Alî Mistefayan meşiya bi teybet gelê me û ciwanên me yên Ereb wê bidin pey şopa şehîd Ferhad. Em ji careke din di şexsê şehîdê xwe şehîd Ferhad Dilêm de soza ku me daye şehîdên xwe yên qehreman dûbare dikin. Em dibêjin wê bîranînê wan her tim ji bona me bibe rêya serkeftinê û azadiyê."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û Paşnav: Hesan Eswed Ehmed Kerdoş

Navê Tevgerê: Ferhad Dilêm

Navê Dayîk û Bav: Aîde Salih Ezîz – Eswed Ehmed Kerdoş

Cihê Ji Dayîkbûnê: Beac

Cih û Diroka Şehadetê: 28‘ê Kanûna 2019‘an / Kolik – Medîban

ANHA