Şaredariya Gel a Girkê Legê salek bi projeyan dagirt

Berpirsên Şaredariya Gel a Girkê Legê diyar kirin ku şaredariyê di dirêjahiya sala derbasbûyî de bi rêjeya ji sedî 85 ji plansaziya xwe pêk anî. Her wiha sedemên ku nehiştine şaredarî plansaziya xwe bi temamî pêk bîne vegerandin kêmsiyên amûrên xizmetguzariyê û lêçûnê zêde.

Şaredariya Gel a Girkê Legê salek bi projeyan dagirt
Şaredariya Gel a Girkê Legê salek bi projeyan dagirt
Şaredariya Gel a Girkê Legê salek bi projeyan dagirt
Şaredariya Gel a Girkê Legê salek bi projeyan dagirt
Şaredariya Gel a Girkê Legê salek bi projeyan dagirt
Şaredariya Gel a Girkê Legê salek bi projeyan dagirt
Şaredariya Gel a Girkê Legê salek bi projeyan dagirt
Şaredariya Gel a Girkê Legê salek bi projeyan dagirt
3 ÇILE, 2020   06:15
QAMIŞLO-KELSÛMA ELÎ

Navçeya Girkê Legê girêdayî herêma Dirêkê li kantona Qamişloyê ye. Şaredariya Gel a Girkê Legê xebatên xizmetguzarî ji navenda bajêr pêşkêş dike û çavdêriya hinek şaredariyên gundewar ên girêdayî wê dike.

Şaredariyê di sala 2019`an de plansaziyek ji bo sererastkirina toreyên kanalîzasyonê, restorekirin û ziftkirina rêyên zirar dîtine, kolandina bîran ji bo ku avê ji şêniyan re peyda bike û pêşkêşkirina xebatên xizmetguzariyê yên din.

PROJEYÊN GIRÎNG SERERASTKIRINA TOREYÊN KANALÎZASYONÊ Û RÊYAN

Astengiya herî mezin li pêşiya Şaredariya Gel bû bend toreyên kanalîzasyonê bûn. Ji ber ku navçe fireh e û pêwîstiya wê bi gelek toreyên kanalîzasyonê heye. Tevî wê jî rêyên navçeyê di zivistanê de zirar dîtine.

Li gorî Buroya Fenî ya şaredariyê, Şaredariya Gel a Girkê Legê projeyek toreyên kanalîzasyonê bi lêçûna 85 milyon lîreyên Sûriyê li hejmarek taxên bajêr pêk aniye.

Girêdayî sererastkirina rêyan, şaredariyê kolanên bajêr bi dirêjahiya 7 km bi lêçûna 50 milyon lîreyên Sûriyê zift kirin. Tevî çarxeriyên Ilwan û Şehîda Çekdar.

Hejmarek rêyên bajêr û gundewar bi kevirê şikandî û bermahiyan sererast kir. Jê rêyên gundên Erûr, Kanî Kirk, Korteban, Sebîhiye û Rimêlan El-Başa.

Ji projeyên din ku şaredariyê pêk anîne, şaredariyê ji bo ku ava vexwarinê ji gundê Şêro re peyda bike bîrek koland, hejmarek pirên gundewarê navçeyê yên ku ji ber lehiyên sala borî zirar dîtine sererast kirin.

Tevî wan projeyan Komîteya Paqijiyê ya girêdayî şaredariyê rojane kolanên bajêr, sûka bajêr paqij kirin. Her wiha bi rêya Komîteya Zabite û Zemhêrê sûka bajêr birêxistin kir û çavdêriya bihayên kelûpelan kir. Xebatên avahiyan û ruxestên avakirinê şopand ji bo ku rê li pêşiya avahiyên bêserûber were girtin.

Ruxmî xebatên ku Şaredariya Gel a Girkê Legê pêşkêş kirine lê şênî ji ber telefbûna hinek rêyan û çêbûna çalan piştî barîna baranê bi gilî û gazinc in.

Berpirsên Buroya Fenî ya girêdayî Şaredariya Gel sedema ku nehiştiya tevahiya rêyan werin sererastkirin, lêçûna zêde ya sererastkirinê û kêmbûna amûrên xizmetguzariyê ye.

KOMÎTEYA DESTWERDANA LEZGÎN AMADEKARIYÊN ZIVISTANÊ Û PLANSAZIYA SALA NÛ

Şêniyên herêmê di zivistana derbasbûyî de ji ber lehiyên çêbûne gelek zehmetî kişandin. Ji ber ku di encamê de hejmarek pirên bajêr hilweşîn. Her wiha av di nav kolanên bajaran de kom bû. Ji bo derbaskirina pirsgirêkê Şaredariya Gel Komîteya Destwerdana Lezgîn ji 12 endaman ava kir. Her wiha werşeyên fenî yên girêdayî şaredariyê ragarên di nav kolanan de paqij kirin û amade kirin ji bo ku ava baranê biherike û kom nebe.

Şaredariya Gel a Girkê Legê plansaziya salê ya ku ji rêzeprojeyên xizmetguzarî amade kir û ji Desteya Şaredariyan a herêmê re pêşkêş kir ji bo ku erê bike û budceya pêwîst jê re diyar bike. Li gorî Buroya Fenî di plansaziyê de wê projeya sererastkirina rêyan, avakirina toreyên kanalîzasyonê û amadekirina hejmarek parkan berdewam bike.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4vtumj07aEY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>