ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-01-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-01-2020
3 ÇILE, 2020   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

- Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tecrîda ku dewleta Tirk a dagirker li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye şermezar kirin û gotin: “Armanca tecrîdê dirêjkirina temenê aloziya Rojhilata Navîn û redkirina aştiyê ye.” . (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endama Koordînasyona Kongreya Star Hediya Yûsif diyar kir ku ew hewl didin bi Şamê re bêyî ku Sûriye were parçekirin, bighêjin lihevkirinek stratejîk. Hediya Yûsif hişyarî da ku Tirkiyê herêmên dagir kirine tev li sînorê xwe yê siyasî bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîr, siyasetmedar û rûspiyên êlên Efrînê sûcên artêşa Tirk a dagirker û hewldanên guhertina demografîk şermezar kirin. Her wiha bang li rêxistin û desteyên navnewetyî kirin ji bo ku berpirsyariyên xwe li hember sûcên şer ên li dijî gelên herêmê bînin cih. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endama buroya Têkiliyên MSD`ê şaxê bajarê Helebê Fatima Hesîno got: “Çareseriya aloziya Sûriyê bi diyalogên Sûrî-Sûrî, li ser xaka Sûriyê û bi beşdariya pêkhateyan misoger e.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a herêma Cizîrê Telat Yunis bal kişand ser kiyarên dewleta Tirk ên guhartina demografiya herêmê û got: “Tirkiye hewl dide dagirkeriyê berfireh bike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Idlib ku li Bakur û Rojavayê Sûriyê ye, di navbera Heleb, Hema, Laziqiyê de cih digire. Bajarê Idlibê piştî komên çete yên çekdar lê bi cih bûn, bûye hişkegirêya Sûriyê. (BI WÊNE).

CÎHAN

-Nivîskar û siyasetmedarê misrî Usama El-Inêzî diyar kir ku armanca Erdogan ji şandina çeteyan ber bi Lîbyayê ve vegera desthilatdariya Îxwan El-Muslimîn e li Misrê ye. (BI WÊNE).

CIWAN

-Meclisa Ciwanên Kurd der barê yekrêziya kurdî, daxuyaniyekê li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo dide, saet 14:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Komîteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk aTebqayê xebata berfirehkirina kampa Mehmûdiyê bi dawî kirin. Hejmar gihiştiye 8 hezar kes û ev jî xebata birêvebirin zehmet dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berpirsên Şaredariya Gel a Girkê Legê diyar kirin ku şaredariyê di dirêjahiya sala derbasbûyî de bi rêjeya ji sedî 85 ji plansaziya xwe pêk anî. Her wiha sedemên ku nehiştine şaredarî plansaziya xwe bi temamî pêk bîne vegerandin kêmsiyên amûrên xizmetguzariyê û lêçûnê zêde. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA