‘Diyarlogên Sûrî-Sûrî garantiya çareseriya aloziya Sûriyê ye’

Endama buroya Têkiliyên MSD`ê şaxê bajarê Helebê Fatima Hesîno got: “Çareseriya aloziya Sûriyê bi diyalogên Sûrî-Sûrî, li ser xaka Sûriyê û bi beşdariya pêkhateyan misoger e.”

‘Diyarlogên Sûrî-Sûrî garantiya çareseriya aloziya Sûriyê ye’
3 ÇILE, 2020   06:01
HELEB-HENAN MIHEMED-SOLÎN REŞÎD

Derbarê geşedanên dawîn ên herêmê û girîngiya çareseriya aloziya Sûriyê endama buroya Têkiliyên Meclisa Sûriya Demokratîk şaxê Helebê Fatima Hesîno axivî.

Fatima Hesîno destpêka axaftina xwe bal kişand ser dagirkirina artêşa Tirk ji Girê Spî û Serêkaniyê re û got: “Armanca dewleta Tirk dagirkirina xaka Sûriyê ye û serweriya xaka xwe berfirehtir bike.” Fatima îşaret bi êrişên artêşa Tirk ên destpêka projeya biratiya gelan hate ragihandin kir û got: “Erdoganê faşîst bi armanca derxistina nakokiyên di navbera pêkhateyan de hewl da xaka Sûriyê parçe bike.”

Fatima bal kişand ser komkujiyên artêşa Tirk li dijî xaka Sûriyê pêk anî û got: “Dewleta Tirk di demên derbasbûyî de çekên qedexekirî bi kar anî, lê belê gelên herêmê bersiva siyasetên dewleta Tirk a dagirker dan.”

 

Derbarê civînên navdewletî yên wekî Astana û Cinêvê Fatima wiha da zanîn, civîn bi armanca çereseriay aloziya Sûriyê hatin lidarixstin, lê hewldên çareseriya aloziya Sûriyê ji ber nûnerên pêkhateyên Sûriyê  beşdar nebûbûn, bi encam nebû.

Endama Têkiliyên buroya MSD`ê şaxê Helebê Fatima Hesîno got: “2015`an ezmûneke rasteqînî derket holê, anku dema li bajarokê Rimêlanê ya Qamişlo kongre hate lidarxistin  hemû pêkhateyên Sûriyê beşdar bûn.Tê zanîn kongre li ser banga Meclisa Sûriya Demokratîk hate lidarxistin û banga diyarlogên Sûrî-Sûrî kirin. Paşê li Eyn Îsa û Kobanê jî bi heman armancê gelek panel bi rê ve çûn.”

Di dawiyê de Fatima Hesîno got, aloziya Sûriyê bi diyalogên Sûrî-Sûrî çareser dibe û bi vî awayî em ê bigihêjin Sûriyeke demokrat û piralî.

(eh)