İran: Emê tola Slêmanî bigirin

​​​​​​​Piştî kuştina Kasim Slêmanî daxûyaniya ku li ser navê serokkomartiya Îran’ê hat dayîn de hat gotin ku, ev êrîşeke terorî ya navdewletiye.

İran: Emê tola Slêmanî bigirin
3 ÇILE, 2020   05:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku generalê Îranî û Serfermandarê Hêza Qudsê Kasim Slêmanî û cîgirê serokê Heşdî Şabî Mehdî El-Muhendîs ji aliyê Amerîka ve bi êrîşeke fûzeyî li Beğda hatin kuştin, serokkomariya Îranê êrîş weke “êrîşeke terorî ya navdewletî” bi navkir. Serokkomariyê di daxuyaniya xwe de got ku, “Amerîka wê bi hemû encamê vê êrîşê razî be.”

Piştî kûştina Slêmanî Meclîsa Parastinê ya Netewî bi lezgînî kombû.

Li aliyê din wezîrê karê derve cevad zarîf jî di daxuyaniya ku li ser hesabê xwe yê twitterê belavkir de, êrîşa li dijî Kasim Slêmanî wek “êrîşeke bi ehmeqî” bi navkir.

Zarîf got ku, "Kuştina Generalê hêza ku herî zêde li hemberî DAÎŞ, El Nusra û El Kaide'yê şerkiriye, wê bibe sedema ku di herêmê de tansiyon bilind bibe û ev ê suikasta bi ehmeqî hatiye kirin pir xetere. Wê Amerîka berpirsyarê vê encamê hovîtiya maceraperest be.”

Ji aliyê din fermandarê muhafizên şoreşê yê kevin Muhsin Rezaî jî daxuyaniya kul i ser hesabê xwe yê Twitterê belavkir de got ku, “wê hesabê mezin ji Amerîka were xwestin. Slêmanî çû nava hevalê xwe yên şehîd, emê tola wî ji amerîya bigirin.”