‘Tecrîd isbata redkirina aştiyê ye’

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tecrîda ku dewleta Tirk a dagirker li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye şermezar kirin û gotin: “Armanca tecrîdê dirêjkirina temenê aloziya Rojhilata Navîn û redkirina aştiyê ye.”

‘Tecrîd isbata redkirina aştiyê ye’
3 ÇILE, 2020   07:22
ŞEHABA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Dewleta Tirk a dagirker bi komployek navnetewî Rêber Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an dîl girt. Ev 9 sale jî dewleta Tirk a dagirker tecrîd li ser Ocalan ferz kiriye.

Sala derbasbûyî de parlamenter Lelya Guven, bi hezaran girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyê de û welatiyan li gelek welatên cîhanê greva birçîbûnê ragihandin. Di encamê de dewleta Tirk hişt hevdîtin bi rêber Ocalan re çêbibe, lê dîsa tecrîd berdewam kir.

Li ser vî esasî parêzerên Ocalan di 2’ê Gulanê, 22’ê Gulanê, 12’ê  Hezêranê, 18’ê Hezîrana 2019`an û serdana herî dawîn jî di 7’ê Tebaxa derbasbûyî bû. Ji vê dîrokê û şûn ve dewleta Tirk nehiştiye malbat û parêzer bi rêber Ocalan re bicivin.

Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her wiha her 4 parçeyên Kurdistanê domdar besha tecrîda li dijî Ocalan dikin û bertekan li dijî siyasetên dewleta Tirk nîşan didin.

Di vê çarçoveyê de hevserokê Meclisa Navçeya Til Rifetê Mihemed Henan got: “Armanca tecrîda li dijî rêber Ocalan têbirina projeya Neteweya Demokratîk e, ji ber xizmeta Tirkiyê nake.  Dewleta Tirk aşîtiyê red dike û her dixwaze gendeliyê derbixe. Ev jî isbata siyasta wê ya dagirkerane ye, lewa tecrîdê ranake.”

Endamê Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Efrînê Îbrahîm Reşo wiha axivî: “Projeya aşîtiyê, azadiyê û demokratîbûnê ya Rêber Ocalan dikin armanc û encam jî binketine bû. Ji ber felsefeya rêber Ocalan gel hişyar kir.”

Îbrahîm Reşo got: “Şoreşa Rojava ji gelên cîhanê re bûye mînak, ev jî bi saya felsefeya Ocalan e.

Reşo bal kişand ser berdewamiya tecrîda li ser Ocalan û got: “Ev nîşana redkirina dewleta Tirk ji aşîtiyê re ye.”

Her wiha welatiya bi navê Zeyneb Silêman ku ji koçberên Efrînê ye û li kantona Şehbayê bicihbûye wiha anî ziman: “Dewlata Tirk li dijî rêbertî tecrîdê dide meşandin û em jî heta rakirina tecrîdê li ber xwe bidin û azadiya Ocalan misoger bikin.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OWK7qv0Z410" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>