Misir ji bo rawestandina biryara Tirkiyê komîteyek ava kir

Çavkaniyên misrî peyabilind got, ku Misr biryara avakirina komîteyek bilind ji bo nirxandina bandora şandina Tirkiyê hêzên xwe ji Lîbyayê re li ser ewlehiya hundirîn ya Misrê girt.

Misir ji bo rawestandina biryara Tirkiyê komîteyek ava kir
3 ÇILE, 2020   06:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan ji kanal El-Erebiye re diyar kirin ku komîte ji her du wezîrên parastin, derve, serokên istixbaratên şer û giştî pêk tê. Ev kesanan berpirsên şandina raporên rojane girêdayî rewşa wir ji Serokê Misrê Ebdulfetah El-Sîsî re û girtegên ku dê Misr ji bo parastina ewlehiya xwe bigire ne.

Li gorî çavkaniya Misrê dest bi danûstandinên xwe bi dewletên ewropî re di serî de Fransa, Rûsya û Almanya kiriye. Tevî têkiliyên xwe bi Amerîkayê re da ku biryara Tirkiyê rawestîne û rê li pêşiya mudexeleya leşkerî di Lîbyayê de bigire.

Her wiha Misr li ser asta dewletên Erebî jî dest bi tevgerê kiriye bi taybet dewletên kendavê jib o ku her mudexeleyek biyanî di Lîbyayê de şermezar bikin da ku xeta siyasî biparêzin û gurkirina leşkerî li Lîbyayê rawestînin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê bang li aliyên çalak ên derve kir ku gurkirina şer li Lîbyayê rawestînin.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de got divê tevahiya dewlet li pêşiya gurkirina şerê navxweyî bisekinin û piştgiriya vegera prosesa siyasî ya NY`î bikin.

Wezîrê Derve yê Misrê Samih Şikrî bi rêya telefonê bi şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê Robert O'Brien re axivî ji bo ku têkiliyên dualî di navbera Misr û DYA`yê de  û nirxandina geşedanên herêmî di serî de rewş Lîbyayê giftugo bikin.

Berdevkê fermi yê Wezareta Derve ya Misrê Ehmed Hafiz ragihand ku rayedaran bi rêya telefonê behsa rêbazên pêşxistina hevkariya stratejîk di navbera Misr û DYA`yê de di tevahiya waran de bi şêwazekê ku berjewendiyên hevpar ên her du welatan pêk tîne.

Aliyê Misrî biryara Parlamantoya Tirkî girêdayî erêkirina mûzekereya serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erodan ji bo şandina hêzên Tirkiyê ji Lîbyayê re şermezar kir û diyar kir ku ew ewlehî û aştiya herêmê tehdîd dike û rewşa Lîbyayê aloztir dike.

Koşka Spî ragihand ku serokê Amerîkayê Donald Trump serokkomarê Tiriyê agahdariya kiriye ku mudexeleya biyanî di Lîbyayê de rewşê aloztir dike.

Meclisa Duma ya Rûsî jî ragihand ku ew şandina hêzên Tirkî ji Lîbyayê re red dike û teqez kir ku ew ê rewşê aloztir bike.

 (şx)