Xelkê Girê Spî dê sibe dîsa li dijî dagirkeriyê dakevin qadan

Şêniyên Girê Spî sibe piştî nimêja Înê careke din li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê dakevin qadan.

Xelkê Girê Spî dê sibe dîsa li dijî dagirkeriyê dakevin qadan
2 ÇILE, 2020   18:23
GIRÊ SPÎ

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecihî dane li Girê Spî ya ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirker şênî sibe piştî nimêja Înê li jî dagirkeriyê xwepêşandanekê li dar bixin.

Hate ragihandin ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji niha ve gelek rê girtin û bendên kontrolê danîne.

Îro jî şêniyên Girê Spî li dijî dagirkeriyê çalakî kirin û xwestin artêşa Tirk û çeteyên wê ji herêmên wan derkevin.

ANHA