Misr nerazîbûn nîşanî erêkirina mûzakeriya şandina hêzên Tirkiyê ji bo Lîbyayê da

Wezareta Derve ya Misrê bi daxuyaniyekê erêkirina mûzakereya şadina hêzên Tirkî ji bo Lîbyayê ya ji aliyê Parlamantoya Tirkiyê ve şermezar kir.

Misr nerazîbûn nîşanî erêkirina mûzakeriya şandina hêzên Tirkiyê ji bo Lîbyayê da
2 ÇILE, 2020   16:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Derve ya Misrê daxuyanî da, got mûzakereya 27‘ê Mijdarê di navbera hikûmeta Tirkiyê û Faziy El-Serac de ya li Stenbolê hatibû damezekirin biryarên rewa yên navnetewî, biryarên Konseya Ewlekariyê ya der barê Lîbyayê de bi taybet biryara 1970 a sala 2011‘an binpê dike.

Misr, Tirkiyê hişyar kir ku heger destwerdana leşkerî di Lîbyayê de bike û got, ev destwerdan dê bandore li ewlehiya herêma Deryaya Spî bik û dê Tirkiyê tevahî berpirsyartiya wê rake.

Misr di daxuyaniya xwe de bang li civaka navnetewî kir ku dimildest berpirsyartiya xwe li hemberî vê gave pêk bîne.