Esper: Heger êrişeke nû li Iraqê pêk were wê Îran poşman bibe

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper ragihand ku welatê wî texmîn dike êrişên nû li Iraqê pêk werin, her wiha gef li Îranê xwar ku ew ê poşman bibe.

Esper: Heger êrişeke nû li Iraqê pêk were wê Îran poşman bibe
2 ÇILE, 2020   19:27
NAVNEDA NÛÇEYAN

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper got welatê wî êrişên nû ji hêha komên alîgirên Îranê ve li Iraqê texmîn dike û got, heger êriş pêk werin ew ê bihêlin ku Îran poşman bibe.

Mark Esper di daxuyaniyek rojnamevanî de wiha domand: "Ji mehan ve em hêsbûnan dibînin. Gelo ez texmîn dikin ku wê tiştekî bikin? Bersîv erê ye û wê poşman bibin".

Berpirsê amerîkî got: "Em amade ne xwe biparêzin û amade ne li hember her reftariyek kirêt ji wan komên alîgirên Îranê bisekinin."

Bi hezaran xwepêşendarên iraqî roja Sêşemê êrişî seferetxaneya Amerîka ya li Bexdayê kirin û dirûşmên " Mirin ji Amerîkayê re" berz kirin Ji ber êrişên balafirên amerîkî li ser bargehên tugeyên nêzî Îranê ku di encamê de 25 endamên tugeyê hatin kuştin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de roja Pêncşemê hemwelatiyên xwe hişyar kir ku neçin Iraqê. Ji ber xeteriya terorê, şerê çekdar û bûyerên revandinê.

(şx)