Li Şehbayê mayînek teqiya: 2 efrînî jiyana xwe ji dest dan

Li Şehbayê du welatiyên efrînî di encama teqîna mayînekê de jiyana xwe ji dest dan.

Li Şehbayê mayînek teqiya: 2 efrînî jiyana xwe ji dest dan
2 ÇILE, 2020   15:51
ŞEHBA

Li gundê Babnisê yê navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê welatiyên efrînî Kanîwar Hisê Elûş (33) û Semîr Menan Elûş ji ber teqîna mayînekê jiyana xwe ji dest dan.

Hate diyarkirin ku herdu welatî xizmên hev in, ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê dema ezing kom dikirin mayînek çandî bi wan ve teqiya.