Komkara Erebî: Parlamantoya Tirkiyê bi erêkirina mûzakeriyê re aloziyê gurtir dike

Çavkaniyek berpirsê sekreteriya giştî ya Komkara Erebî got: " Parlamantoya Tirkiyê bi erêkirina mûzakeriyê şandina hêzên Tirkiyê ji bo Lîbyayê aloziya heyî gurtir dike."

Komkara Erebî: Parlamantoya Tirkiyê bi erêkirina mûzakeriyê re aloziyê gurtir dike
2 ÇILE, 2020   18:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkanî got, parlamantoya Tirkiyê bi erêkirina mûzakeriyê şandina hêzên Tirkiyê ji bo Lîbyayê qanûna erebî ya Meclisa Komkarê ya di 31`ê Kanûna borî de derxistiye paşguh dike.

Navaroka biryarê wiha ye: "Divê rê li pêşiya mudexeleyên derve yên ku dibe veguhestina çeteyan terorîst ji Lîbyayê re hêsan bike were girtin. Ev jî wê şer li Lîbyayê gur bike û ewlehiya dewletên cîran tehdîd bike.

Çavkanî destnîşan kir ku meclisê li ser piştgiriya prosesa siyasî ya bi rêya pêkanîna lihevkirina El-Saxîrat teqez kiribû û wekî lêvegera tekane ya çareseriya aloziya Lîbyayê ye. Meclisê her wiha fikarên xwe der barê destwerdana derve di karûbarên Lîbayyê de anî ziman û diyar kir ku ev destwerdan rewşa Lîbyayê aloztir dike û ewlehiya dewletên cîranê Lîbyayê û herêmê bi giştî tehdîd dike. Çareseriya siyasî ya erebî çareseriya tekane ji bo vegera ewlehiyê ji Lîbyayê re.

Her wiha çavkaniyê navaroka biryarê bibîr xist: "Eger lihevkirina siyasî ya lîbî û biryarên navneteweyî yên girêdayî wê hatin binpêkirin, wê rê li pêşiya mudexeleyên leşkerî yên derve veke bi rêbazekê ku aloziya Lîbyayê gurtir bike û temenê wê dirêj bike."

(şx)