Parlamantoya Tirkiyê şandina hêzên leşkerî ji bo Lîbyayê pejirand

Parlamantoya Tirkiyê şandina hêzên Tirkiyê ji bo Lîbyayê pejirand da ku piştgiriyê bide milîsên çekdar ên li Terablusê hikûmeta Fayîz El-Serac dibarêze.

Parlamantoya Tirkiyê şandina hêzên leşkerî ji bo Lîbyayê pejirand
2 ÇILE, 2020   15:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Parlamantoya Tirkiyê di civîneke awarete de ku li ser banga Recep Tayyîp Erdogan hatibû lidarxistin de 352 nûneran şandina hêzên Tirkiyê ji bo Lîbayayê erê kirin û 184 jî red kirin.
Gelek dewletên Erebî hişyariya destwerdana leşkerî ya Tirkiyê de di Lîbyaya da bûn û destnîşan kiribûn ku ev destwerdan dê aloziya li welat mezintir be û ewlehiya herêmê têk bibe.
Serokkomarê Tirkiyê Tecb Tayyîp Erdogan di maha borî de ragihandibûn ku hikûmeta Fayiz El-Serac jê xwestiya ku hêzên Tirkiyê bişîne Lîbyayê. Piştre herdu aliyan peymana şandina leşker û serbazên Tirkiyê ji bo Lîbyayê îmze kiribûn.
Partiya Komarî ya Gel (CHP) di demek bêr de diyar kiribû ku ew ê li dijî vê biryaarê derkeve û gotibû ev biryar dê Tirkiyê bixe şereke û dê bibe aliyek ji rijandina xwîna mislimanan"