Kargeha Lara şaxeke xwe li navçeya Amûdê vekir

Bi armanca geşkirina aboriya jinan û xurtkirina hevkariyê û jiyana hevbeş, Komîteya Jinan a Herêma Cizîrê bi navê "Lara" dikana şîraniyê li navçeya Amûdê vekir.

Kargeha Lara şaxeke xwe li navçeya Amûdê vekir
Kargeha Lara şaxeke xwe li navçeya Amûdê vekir
Kargeha Lara şaxeke xwe li navçeya Amûdê vekir
Kargeha Lara şaxeke xwe li navçeya Amûdê vekir
Kargeha Lara şaxeke xwe li navçeya Amûdê vekir
2 ÇILE, 2020   13:13
QAMIŞLO - SILAVA ABD EL-REHEMAN- BASIL REŞÎD

Komîteya Aboriyê ya Jinan a Herêma Cizîrê 3 kooperatîf "Xemla jinê, dikana tirşû, dikana şêraniyên “Lara" li navçeya Amûdê vekir. Şîraniyên Lara yek ji şaxên kargeha "Lara" ya şêraniyan e ku di 13`ê Kanûna borî de li bajarê Qamişlo hate vekirin. Li gorî endamên jin armanca vê projeyê ew e ku têkiliyên di navbera jinên herêmê de werin xurtkirin û her wiha aboriya jinan geş bibe.

Kooperatîf dikaneke şîraniyan e ku tê de hemî cureyên şîraniyan wekî kinafe, pasteyên normal û yên kevneşopî, şîraniya bisimîd, beqlewa, tiliyên ji mewîjan, xerîbê, coz el-hind û hemî cureyên biskuwîtan tên firotin.

Di dikanê de 2 jin kar dikin û bi nîvekarî dixebitin.

Dikan ji saet 8:00’an heta saet 13:00’an vekirî ye. Piştî navbera nîvroj ji saet 15:00’an heta saet 19:00’an vekirî dimîne.

Endama rêveberiya Komîteya Aboriyê ya Jinan li navçeya Amûdê Sûad Nasan wiha ji ajansa me ANHA`yê re axivî: "Em bi rêya kooperatîfan hewl didin ku hevkariya di navbera jinan de xurt bikin û aboriya jinan bi pêş bixin û bihêlin ku jin pişta xwe nedin tu kesî. Her wiha armanca me ne qezenc e, lê belê armanca me pêşxistina jinan e û têkbirina zîhniyeta ku aboriyê tenê bi mêran ve girêdayî dibîne.

Sûad Nasan di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir ku di aliyê aborî de pişta xwe bidin xwe û li dijî hemû astengiyan li ber xwe bidin û zîhniyeta ku ji beriya bi dehan salan ve li ser wan hatiye ferzkirin, têk bibin.

Ji aliyê xwe ve Misqal Ehmed ku ji şêniyên Amûdê ye, wiha got: "Ez her tim berê xwe didim dikana Lara. Ji ber ku şîraniyên xwe xweş û erzan in.”

(cx)

ANHA