Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kir

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk da.

Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kir
2 ÇILE, 2020   13:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya Tirkiyê da.

Parêzer ji 7'ê Tebaxê ve ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin, lê belê heta niha bersiv ji serlêdanên wan re nehatiye dayîn.