Çeteyên Tirkiyê bi dijwarî êrişî gundewarên başûrê Idlibê dikin

Çeteyên girêdayî Tirkiyê bi dijwarî êrişî gundewarên başûrê Idlibê dikin. Çete hewl didin ku herêmên di demên dawîn de ketine destê hêzên rejîmê, vegerînin.

Çeteyên Tirkiyê bi dijwarî êrişî gundewarên başûrê Idlibê dikin
2 ÇILE, 2020   10:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çeteyên girêdayî Tirkiyê bi dijwarî êriş birin ser gelek herêmên li gundewarên başûrê rojhilatê Idlibê ku hêzên rejîmê beriya çend rojan bi dest xistibûn.

Li aliyên Tah û Cercenaz di navbera her du aliyan de şerên dijwar rû didin. Komên çete ji sibehê de bi dijwarî wan herêman topbaran dikin û hewl didin ku ji nû ve li wê derê bi pêş ve herin û bajarok û gund bi dest bixin. Di demekê de ku firîna balafirên rejîmê û Rûsyayê li asîmanê herêmê rawestiyaye.

Ji ber êrişên ku piştî têkçûna civînên komîteya destûrê û yên Astanayê pêk hatine, hêzên rejîmê bi piştgiriya Rûsyayê gelek herêm bi dest xistin. Lê belê piştî civîna ku li Moskovê di navbera şandeyên girêdayî Rûsya û Tirkiye û rejîmê de pêk hat, bêdengî li wan herêman dîsa serwer bû.

Çavkaniyan diyar kir ku Tirkiye bi rêya radestkirina rêya navdewletî M5 û mayîna hêzên Tirkiyê û çeteyên xwe li bakurê rêya M5, hewl da ku daxwazên xwe baş bike.

Piştî wê yekê komên çete ji derdora rêya M5 vekişîn û hêzên rejîmê li herêmên ku nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê lê hene, bi pêş ve çûn.

(cx)

ANHA