Piştî ku çete gihaştin Lîbyayê parlamentoya Tirkiyê îro deng dide

Parlamentoya Tirkiyê îro civîna dengdanê li ser destûrdayîna şandina leşkeran ji Lîbyayê re li dar dixe da ku tevgera xwe ya li Lîbyayê rewa bike. Çavkaniyan diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk gihaştine Lîbyayê, ji ber vê yekê dengdayîn dê prosedur be.

Piştî ku çete gihaştin Lîbyayê parlamentoya Tirkiyê îro deng dide
2 ÇILE, 2020   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomariya Tirkiyê roja duşemê muzakereya destûrdayînê der barê şandina hêzên leşkerî li Lîbyayê de ku îmzeya Erdogan lê bû, raber kir.

Ajansa Anadolu ya Tirkiyê ragihand ku di muzakereya destûrdayînê de hate diyarkirin ku armanceke Tirkiyê ji şandina hêzên leşkerî ji Lîbyayê re ew e ku parastina berjewendiyên neteweyî û pêkanîna hemû tedbîrên pêwîst li dijî metirsiyên ewlehiyê bike ku çavkaniya wê komên çekdar ên nerewa yên li Lîbyayê ne.

Her wiha gelek çavkaniyan diyar kir ku çeteyên Tirkiyê bi rastî gihaştin Lîbyayê da ku li kêleka hikumeta El-Wîfaq şer bikin.

Radyoya Fransayê ‘RFI’ ji çavkaniyên li balafirgeha Miêtiqê ya Lîbyayê tekez kir ku gelek "çeteyên Sûriyê" gihaştin Lîbyayê.

(jo)