‘Em ji diyalogên bi dewletên Ereban re amade ne’

Seroka Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya şaxê Minbicê Ezab Abûd diyar kir ku ew ji diyalogên bi dewletên Ereban re amade ye.

‘Em ji diyalogên bi dewletên Ereban re amade ne’
2 ÇILE, 2020   08:02
MINBIC

Seroka Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya şaxê Minbicê Ezab Abûd diyar kir ku çareseriya leşkerî ne guncaw e û ji bo çareseriya aloziya Sûriyê encamên erênî bi xwe re nayîne.

Lewma Partiya Sûriya Paşerojê balê dikişîne ser kar û xebatên aştiyane.

Ezab Ebûd got, ji bo çareseriya aloziya siyasî ya Sûriyê ew diyalogên Sûrî-Sûrî yên di navbera aliyên bi nakok pêş dixînin.

Li ser vî esasî Partiya Sûriya Pêşerojê piştî hêzên derveyî welat xizmeta gelên Sûriyê nekirin û di çareseriya aloziya Sûriyê de bibin ketin, banga diyalogên hundirîn ên Sûrî kirin.

Ezab got: “Rêveberiya siyasî ji diyalogên bi dewletên erebî re amade ye.” Her wiha bal kişand ser rola Misr û Kombûyîna Dewletên Erebî yên ku êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

‘TIRKIYÊ ALOZIYA SÛRIYÊ JI BO BERJWENDIYÊN XWE DERFET DÎT’

Seroka Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Minbicê Ezab Ebûd got: “Sedema dijêjkirina temenê aloziya Sûriyê destwerdana dewletên herêmî ye. Nexasim dewleta Tirk ku aloziya Sûriyê ji bo bidestxistina berjewendiyên xwe derfet dît. Di encamê de rê li pêşiya derbasbûna rêxistinên terorîst ên tundrew vekir, anku rêxistinên wekî DAIŞ û Cebhet El-Nûsra.Ji ber vê yekê niha rûbereke berfireh ji xaka Sûriyê hatiye dagirkirin.”

Têkildarî destwerdanên dewletên derve di aloziya Sûriyê de Ezab diyar kir ku ji bo çareseriya aloziya Sûriyê gelek civên wekî Astana, Soçî û Cinêvê hatin lidarxistin, lê mixabin ji çereseriya aloziya Sûriyê re nebûn bersiv û tenê xizmeta dewetên berjewendiyên wan di xaka Sûriyê de hene dikir.

‘DIYALOGÊN SÛRÎ-SÛRÎ ÇARESERIYA SÛRIYÊ PÊKAN DIKE’

Seroka Partiyê Ezab bal kişand ser beşdariya pêkhateyên Sûriyê di ji nû ve nivîsandina destûrê Sûriyê de, da ku parastina mafên pêkhateyên Sûriyê misoger bibe û çareseriya aloziya siyasî derkeve holê, ev jî tenê bi rêya diyalogên Sûrî-Sûrî pêkan dibe.

(eh)

ANHA