Rûspiyên êlên Dêrikê: Ji hevdûrbûna partiyan bandorê li vîna gel dike

Êlên herêma Dêrikê bang li hêzên Kurd kirin ku bi lez yekrêziya xwe ava bikin. Her wiha teqez kirin ku nelihevkirin û dûrbûna di navbera partiyên kurdî li hember êrişên li dijî herêmê bandor li vîna gelê kurd dike û yekrêziya wî berbelav dike.

Rûspiyên êlên Dêrikê: Ji hevdûrbûna partiyan bandorê li vîna gel dike
2 ÇILE, 2020   08:02
QAMIŞLO-ÎSAM ABDULLAH-NECBÎR OSMAN

Bangewaziyên lidarxistina Kongeya Neteweyî ya Kurdistanê li gel xeteriya gefên li dijî herêmê bi taybet herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bilind bin.

Di vî warî de rûspiyên êlên herêma Dêrikê girêdayî hewldanên avakirina yekrêziya refa kurdî û lidarxistina Kongeya Neteweyî ya Kurdistanê axivîn.

Hewas Cedî serokê Meclisa Êl û Rûsiyên herêma Şerqiye got: "Meclisê ji destpêkê ve hewl da partiyên kurdî nêzî hev bike ji bo ku yekrêziya  refa kurdî ava bikin. Bi taybet di van şertûmercên hesas de ku herêm tê re derbas dibe."

Cedî wiha domand: "Dewletên mîna Amerîka û Rûsya û gelek dewletên ewropî mudexeleya aloziya Sûriyê bikin ji bo ku berjewendî û ajandeyên xwe yên taybet li ser hesabê gelên herêmê pêk bînin. Niha jî Tirkiyê û çeteyên wê herêmê  dagir dikin. Lewra ji êlan, tevahiya alî û partiyên siyasî yên kurdî avakirina yekrêziya refa kurdî tê xwestin. Ji bo ku li hember gef û xeteriyên li dijî herêmê bisekinin."

Cedî di nav gotinên xwe de got nakokî û parçebûna partiyên kurdî li hember van êrişan wê bi awayekî neyînî bandor li vîna gelê Kurd bike.

Cedî diyar kir ku hinek alî û partiyên kurdî bi hinceta ku dem ji bo lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ne guncew e xwe didin aliyekê û got: "Eger dema lidarxistina kongreya Neteweyî ya Kurdistanê di vê pêvajoya hesas û çaranûsî de li gel gefên li dijî herêmê ji hêla Tirkiyê ve ne guncew e gelo wê kengî dem guncew be?"

Cedî teqez kir ku Meclisa Êl û Rûspiyan piştgiriya însiyatîfa fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk dike û ji bo yekrêziya refa kurdî wek gavek erênî tê hesibandin. Her wiha ji bo ku herêm ji dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê werin rizgarkirin.

Ji aliyê xwe ve endamê Meclisa Êl û Rûspiyan Ebdullatîf Mihemed Mistefa got: "Her çar parçeyên Kurdistanê rastî hovantirîn sûcan tên. Ji ber wê yekrêziya refa kurdî û lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê di vê demê de ji her demê bêtir pêwîst in." 

Mistefa destnîşan kir ku her derengiyek di vî warî de ne ji berjewendiya gelê Kurd e. Divê her aliyek dijberî lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê li xwe vegerin. Gelê kurd yek e tevî sînorên çêkirî yên ku mitînger xêz kirine parçe nabe. Divê hemû xwedî zihniyetk azad bin bi şêwazekê ku xizmeta doz û gelê kurd li tevahiya Kurdistanê bikin.

Her wiha endamê Meclisa Êl û Rûspiyan Hesen Ebdulrehman got: "Bangawaziya KNK`ê di vê pêvajoya dîrokê de gavek pîroz e. lewra em piştgiriya vê însiyatîfê dikin. Ew daxwaze gelê Kurd e."

Ebdulrehman di dawiyê de got: "Ruxmî nakokiyên partiyan lê yekrêziya refa kurdî pêwîst e. divê nêrînên hev du qebûl bikin û rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş bikin. Ji bo berjewendiya gelê Kurd divê nakokiyên xwe deynin aliyekê."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-vadlYtCnoY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>