Êlên Reqa û Dêrazorê însiyatîfa QSD`ê spas kirin

Şêx û rûspiyên Reqa û Dêrazorê însiyatîfa fermandarê giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî girêdayî pêşwazîkirina koçberên Idlibê silav kir û hesibandin ku ev gav biratiya gelan teqez dike.

Êlên Reqa û Dêrazorê însiyatîfa QSD`ê spas kirin
2 ÇILE, 2020   06:11
REQA-DÊRAZOR

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk beriya çend rojan li ser hesabê xwe ya Twitterê got: Tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade ne koçberên Idlibê bi hevkarî û koordîneya hêzên idlibî yên ku di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk de şer dikin, pêşwazî bikin.

Şêx êla El-Sabxa, Mihemed Tirkî El-Sewan spasiya hewldanên Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo hemêzkirina tevahiya koçberên sûrî  ji herêmên nakok kir.

El-Sewan behsa siysetên serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan kir û got: "Timayên Tirkiyê di Sûriyê de diyar bûn, bi taybet piştî ku bi alîkariya komên çeteyên sûrî herêmên berfireh ji Sûriyê dagir kirin di serî de Efrîn, Cerablus û Babê û herî dawîn Serêkaniyê û Girê Spî. Erdogan bi rêya şandina çeteyên sûrî ji Lîbyayê re bi xwîn gelê Sûriyê bazaran dike û çeteyên sûrî li gorî lihevkirina wê bi Rûsya û Rejîmê re tesfiye bike. Divê çete bikevin ferqa vê yekê. Çek dînin û ji şêniyên xwe re bibin alîkar û tev li qewirandina dagirkeriya osmanî ji tevahiya Sûriyê bibin.”

Ji aliyê xwe ve şêx êla El-Elî mezintirîn êlên qebîleya El-Welde yên Reqayê Remadan El-Rehal destnîşan kir ku Erdogan armanc dike serfiraziyên dewleta osmanî vegerîne, nakokiyên hundirîn ên dewletan bikar bîne û desteka komên çeteyan bike da ku careke din erdnîgariya herêmê dagir bike. Her wiha temenê aloziyan dirêj bike da ku bi hêsanî herêmê kontrol û dagir bike. Ev tişt li Sûriyê û Lîbyayê rû dide.”

El-Rehal ronahî berda ser projeya ixwan muslimîn û got: "Erdogan li her derê desteka vê projeyê dike. Tevî ku Tirkiyê û Qeter li Sûriyê yan jî Lîbyayê yan desteka komên tundrew dikin."

Şêx êla El-Miraşde ya Dêrazorê Hemed El-Selcî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide hegemoniya Osmanî careke din vegerîne herêmê.  El- Selcî got: “Gelek dewletên erebî û ewropî siyaset û helwestên dewleta Tirk bi firehbûna osmanî ya nû wesifandin. Tirkiyê îdia dike wê herêma ewle ava bike. Lê niyetên wê kirêt in. em timayên wê yên rastîn dizanin û em ê li hemberê bisekinin."

El-Selcî destnîşan divê gelê Sûriyê hevgirtina xwe ava bikin û tundiyê red bikin. Divê berjewendiya Sûriyê û gelê wê bidin pêşiya her tiştî û got: “Lê ne pergalan ji ber ku pergalên serdest sedema sereke ya wêranî û parçebûna gelê Sûriyê ye.”

El-Selcî di dawiyê de got: "Divê gelê Sûriyê bi tevahiya pêkhateyên xwe hevgirtina xwe ava bikin û helwesta xwe bikin ye. Tu pirsgirêkên me bi her pêkhateyek sûrî re tune ye û ji sedan salan ve bi hev re dijîn."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XF81N7EnsKo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>