ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2-1-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2-1-2020`AN
2 ÇILE, 2020   05:00

-Şopandina bûyerên li herêmên  Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Şopandina qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê.

-Şopandina çalakiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê lidar dikevin.

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê şaxê Reqayê domdar hewldana pêşxistina proseya xwedinê dikin.

POLÎTÎKA

Seroka Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Minbicê Ezab Abûd bal kişand ser girîngiya beşdariya pêkhateyên Sûriyê di çareseriya aloziya welat de.

Şêx û rûspiyên Reqa û Dêrazorê însiyatîfa fermandarê giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî girêdayî pêşwazîkirina koçberên Idlibê silav kir û hesibandin ku ev gav biratiya gelan teqez dike.

Êlên herêma Dêrikê bang li hêzên kurdî kirin ku bi lez yekrêziya xwe ava bikin. Her wiha teqez kirin ku nelihevkirin û dûrbûna di navbera partiyên kurdî li hember êrişên li dijî herêmê bandor li vîna gelê kurd dike û yekrêziya wî berbelav dike.

- Beşîrê Mele Newaf bal kişand ser tecrîda dewleta Tirk li ser rêber Ocalan dane ferz kirin û got, kilîta çareseriya aloziya Rojhilata Navîn di Îmraliyê de ye.

DOSYA

- Şaredariya Gel a Reqayê ji destpêka avabûnê ve bi armanca jinûveavakirina Reqayê hewl dide rewşa xizmetguzarî ya herêmê bi rêya planên ku amade dike pêş bixe.

CIVAK Û JIYAN

Şêniyên Minbicê bi sedan malbatên koçber ên ji herêmên Serêkaniyê û Girê Spî pêşwazî kirin, lê dîsa jî daxwaza wan vegera li malê ye.

Şêniyên gundê Um El-Xêr ê girêdayî navçeya Til Temirê gotin: “Gelê cîhanê sersal bi fetaşa pîzor kirin. Lê li ser me obîs û guleyên arttêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê diteqiyan. Em bang dikin ku êdî bila cîhan van êrîşên hovane yên li ser gelê me bibîne.”

ANHA