Beşîr Mele Newaf:Kilîta çareseriya di Îmraliyê de ye

Beşîrê Mele Newaf bal kişand ser tecrîda dewleta Tirk li ser rêber Ocalan dane ferz kirin û got: “Kilîta çareseriya aloziya Rojhilata Navîn di Îmraliyê de ye.”

Beşîr Mele Newaf:Kilîta çareseriya di Îmraliyê de ye
2 ÇILE, 2020   05:14
QAMIŞLO-SILAVA ABUDLREHMAN-BASIL REŞÎD

Di 21’ê Cotmehê de desthilata Trikiyê"cezaya dispilînê"li  ser rêber Ocalan û  Umer Xeyrî Konar, Hamîlî Yildirim,  Weysî Aktaş ferz kirin.Di vê derbarê de parêzerê Ocalan got ku cezayên hatine ferzkirin veşartîne.

Endamê Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Beşîr Mele Newaf wiha axivî: “Heger mirov li dîroka dewleta Tirk binere. Mirov rengê nijadperestiyê, helandina gelan, qirkirina netewan û kêmnetewan dibîne. Komkujî li dijî gelên herêmê pêk anîne, ew ji mal û warên wan koçber kirine.”

Beşîr Mele Newaf bal kişand ser hilweşandina serdema Osmaniyan û wiha pê de çû: “Gelên herêmê yên di bin desthilata Osmaniyan rêya çareseriya doza xwe dîtin, ew jî diyarkirina sînorên cografiya herêmên xwe ye.”

Beşîr Mele Newaf diyar kir ku hejmara Kurda li Tirkiyê zêde ye û wiha axivî: “Lewma dewleta Tirk ji gelê Kurd ditirse. Ji ber vê yekê heke guhartineke siyasî yan jî civakî di Tirkiyê de çêbibe dê dawî li komara Tirkiyê were û ew jî nikare çareseriyê ji qonaxa heyî re bibîne.”

Endamê Yekîtiya Rewşenbîran Beşîr Mele Newaf got: “Ji beriya 40 salan û heta îro Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi saya rêber Ocalan li dijî  siyaseta çewesandinê ya dewleta Tirk disekine. Bi têkoşîna xwe karîn qed û bendên desthilata Tirk li dijî gelê Kurd dane ferzkirin bişkînin.”

Mele got: “Desthilata Tirkiyê rola rêber Ocalan baş dizane, lewma ji beriya 20 salan ve ew dîtgiritine û hewldana têkbirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê dikin. Desthilata Tirkiyê rêbertî xistin girtîgeha Îmraliyê û wî ji mafên xwezayî bê par kirin, ev jî bi serê xwe isbata binpêkirina mafên mirovan û qanûnên cîhanî ye.”

Mele Newaf bal kişand ser tecrîda li ser rêber Ocalan û got: “Piştî şoreşên li herêmên Rojhilata Navîn ku bi navên "Buhara Gelan" hatin naskirin.  Tirkiyê baş rola civaka kurdî nas kir û perspektîfên rêbertî dahurand.”

Li gel ku di demên dawîn de Tirkiyê cezayên li dijî rêbertî zêde kirin, ji ber baş dizane kilîta çareseriya Rojhilata Navîn di Îmraliyê de ye.”

(eh)

ANHA