YPJ: Em ê bi têkoşîna hevpar sala 2020’an bikin sala jinan

YPJ’ê bi wesîleya sersalê daxuyaniyek weşand û got “Em sala 2020’an li mirovahiya azadîxwaz û tevahî jinên cîhanê pîroz dikin. Bi rihê Berxwedana Rûmetê em şehîdên têkoşîna azadiyê û şehîdên di oxira destkeftiyên sala 2019’an de canê xwe feda kirine, bi rêzdarî bi bîr tînin.”

YPJ: Em ê bi têkoşîna hevpar sala 2020’an bikin sala jinan
1 ÇILE, 2020   13:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi boneya sersalê daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de diyar kir ku jinan di sala 2019’an de têkoşîneke bêeman meşand û sala 2020’an li tevahî jinên cîhanê pîroz kir.

Daxuyankiya YPJ’ê wiha ye:

“Sala 2019’an ji bo jinên têkoşer û mirovahiya azadîxwaz ku bûye sala berxwedan û bilindkirina hêviya serkeftinê, li hemû cîhanê, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rojava û tevahî jinên dildarên azadiyê pîroz dikin. Bi hêvî û baweriya ku em ê sala 2020’an bi têkoşîna hevpar, bikin sala yekitiya jinên cîhanê û biratiya gelan. Em şehîdên di oxira serkeftina têkoşîna jinan de canê xwe feda kirine, bi rêzdarî bi bîr tînin û soza şopandina rêya wan nû dikin.

Têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rojhilata Navîn û hemû jinên cîhanê bi hişmendiya “azadiya jinan azadiya civakê ye” û bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ mohra xwe li sala 2019’an xistiye. Pergala desthilatdar a ku xwe bi hişmendiya zilamê serdest li ser pêyan digire, sala 2019’an derbeyeke mezin xwariye. Di şexsê DAIŞ’ê de li hemberî têkoşîna jinan çong daye erdê.

Lê bi tunekirina DAIŞ’ê re şer û aloziya ku mirovahî û jin dijîn, bi dawî nebû. Bi serkêşiya dewleta Tirk a faşîst û dagirker, bi planên dagirkeriya herêmê ev sal jî wek salên dî, şahidî ji şerekî giran re kiriye. Li hemberî şerê qirkirinê yê ku gelan û bi taybet jinan dike armanca êrişên xwe, rastiya gelên berxwedêr û jinên têkoşer bi helwest û şêwazên çalakiyên cuda mohra xwe li vê salê xistiye. Bi pêşengiya jinên Kurd, Ereb, Suryan, Asurî û hemû neteweyên cuda yên di Sûriyê de dijîn, jinan têkoşîn li eniyên pêş yên berxwedanê  meşand. Ev têkoşîn li her çar aliyên cîhanê belav bûye, li Ewropa, Latîn Amerîka, Hindistan, Efxanistan û her wiha li gelek deverên dinyayê, jinan bi têgihîştina ku şoreşa Rojava şoreşa jinan e, serkeftina jinan di Rojava de tê wateya di dinyayê de wê jin bi ser bikevin, çalakî li dar xistin. Em hemû jinên ku bi vê hişmendiyê cihê xwe di van çalakiyan de girtin, spas dikin û wan silavan lê dikin.  Bi sedan rêxistin û saziyên jinan, kesayetên navdar, baweriya xwe bi rêxistin kirin û avakirina hêza xweparastinê di şexsê xwe de şênber kirin û îspat kirin ku jin dikarin bi hêza xwe ya cewherî, li hemberî her awayî astengiyan rawestin. Sala 2019’an bûye sala hevgirtina gelan, sala têkoşîna hevpar a jinan. Ev bîr û baweriya jinan ji bo me bûye çavkaniya sereke ya em di têkoşîn û berxwedanê de israr bikin.

Di roja îro de ev xetere bi dawî nebûye lê van çalakiyan heya astekê ev dagirkerî da sekinandin. Ji bo em dagirkeriya ku hîna jî xetereya xwe diparêze bi dawî bikin, pêwîst e em bi rihê hevgirtî yê ava bûye sala 2020’an têkoşîna xwe bilindtir bikin.  Em wek YPJ’ê minetdarî û rêzdariya xwe li hemberî keda ku jinan raber kiriye, tînin ziman.

Me wek Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), ji bo em bi erk û berpirsyariya xwe ya gîhandina tevahî jinên azadîxwaz rabin, têkoşîn meşand û rêya berxwedanê pejirand. Ji her salê zêdetir jinên cîhanê û bi taybet ên Rojhilata Navîn li derdora doza me ya azadiyê bi çalakiyên xwe bûn xeleka xwedîlêderketinê. Ev serkeftina di warê ruhî, bawerî û hêviyê de hatiye qezenckirin wê ji bo têkoşîna me ya pêşerojê were mayîndekirin.

Em li ser vê bîr û baweriyê careke din sala 2020’an li mirovahiya azadîxwaz û tevahî jinên cîhanê pîroz dikin. Bi rihê Berxwedana Rûmetê em şehîdên têkoşîna azadiyê û şehîdên di oxira destkeftiyên sala 2019’an de canê xwe feda kirine, bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe nû dikin.”