Li kampa Girê Spî hejmara koçberan zêde dibe

Hejmara koçberên li kampa Girê Spî zêde dibe û gihaşt 4 hezar kesî, li gel vê yekê rêxistinên mirovî alîkariya şêniyan nakin, bi tenê Heyva Sor a Kurd xizmetê dike.

Li kampa Girê Spî hejmara koçberan zêde dibe
Li kampa Girê Spî hejmara koçberan zêde dibe
Li kampa Girê Spî hejmara koçberan zêde dibe
Li kampa Girê Spî hejmara koçberan zêde dibe
Li kampa Girê Spî hejmara koçberan zêde dibe
1 ÇILE, 2020   08:11
EYN ÎSA

Di 22’yê Mijdara 2019’an de Meclisa Kantona Girê Spî û Rêveberiya Sivîl a Reqayê kampa Girê Spî vekir û koçberên ji Girê Spî û bejahiya wê pêşwazî kirin.

Li ser vî esasî hejmara koçberan li kampê gihaştiye 4 hezarî û li 100 konî hatine belavkirin.

Heyva Sor a Kurd 100 konên din jî vegirtin û niha hejmara konan gihaştiye 200 konî, 81 malbat di 100 konan de ne û 100 din jî hîn têne avakirin.

Her wiha Heyva Sor zêdetirî 150 parên xwarinê û zêdetirî 150 betanî û sifinc li koçberan belav kirin.

Di vê derbarê de hevseroka kampa Girê Spî Fadiya Şerîf wiha got tenê Heyva Sor a Kurd alîkariya koçberan kir û tevî bangên alîkariyê jî lê rêxistinan alîkarî neda.  Fadiya bal kişand ser ku Heyva Sor a Kurd 100 kon ji malbatan re danîn û rojane ji 10 heta 15 malbatan têne kampê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku rêveberiya kampê niha binesaziya kampê ava dike, anku av, kehrebe, kanalîzyon û pêwîstiyên din. Di milekî din de nan û mazotê jî bê pere didin koçberan.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/X6Gk_A8j4jI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>