Însiyatîfa Denga jinê kuştina jina ciwan li Qamişlo şermezar kir

Însiyatîfa denga jin bûyera qetilkirina jina ciwan Zorîn Ebdulrehman Melêk li bajarê Qamişlo şermezar kir.

Însiyatîfa Denga jinê kuştina jina ciwan li Qamişlo şermezar kir
1 ÇILE, 2020   14:44
QAMIŞLO

Bi dehan jinên însiyatîfa dena jinê li ber dibistana Hatim El-Taî ya navçeya Xerbî ya Qamişlo kom bûn û girêdayî bûyera qetilkirina jina ciwan Zorîn Ebdulrehman Melêk (23) daxuyanî da raya giştî.

Jina ciwan Zorîn Ebdulrehman dayîka zarokekê di 30`ê Kanûna 2019`an de li nêzî mala xwe li taxa Xerbî hate kuştin. Şopdarên malperên têghiştina civakî îdia kirin ku ew bi guleyek bêzanabûn hatiye kuştin. Lê dozgeya giştî îdia derewand.

"Endama rêveber a Kongreya Star Ibtîsam El-Hisên daxuyanî xwend. Ev tişt di daxuyaniyê de hate gotin: Tevî têkoşîna jinê ya domdar ji bo ku maf, azadî û destkeftiyên bi nirx li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidest bixe, mîna qanûnên taybet ên jinê, pergala hevserokatiyê û tevlibûna wê di tevahiya warên jiyanê de. Lê hîna li herêmên me rastî tundiyê tê, tê kuştin û ji mafên xwe bê par dimîne. Ji ber wê pêwîst dike ku em têkoşîna xwe bidomînin. Dozên girêdayî jinê berdewam bikin û qanûnên ku rê li pêşiya van binpêkirinan digire pêk bînin. da ku bigihêjin civakek demokratîk rast dûrî tundiyê li ser bingeha hevjiyana azad. Wek rêxistin û saziyên jinê di nav însiyatîfa denga jinê de em kuştina jinan di bin çi hincetî dibe bila bibe şermezar dikin."

Cenazeyê jina ciwan li goristaneke bajarê Qamişlo hate veşartin.

(şx)

ANHA