ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-01-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-01-2020
1 ÇILE, 2020   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Şêniyên navçeya Dirbêsiyê nerazîbûn nîşan destwerdanên dûbare yên Tirkiyê di karûbarên welatên Rojhilata Navîn de dan û gotin, bi pêkanîna projeya netewa demokratîk dê planên mêtîngeriyê yên dewleta Tirk kêm bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Êrişên artêşa Tirk ên li dijî hermên Bakur û Rojhilatê Sûriyê atmosfêra sersalê xerab kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Yek ji şahidên mêtingeriya Fransî û êrişên  dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê, Ehmed Bekir El-Geraf ji Riha ye û neçarî koçberiyê bû. Geraf bi mêtingeriya Fransa re rû bi rû man û niha jî li dijî êrişên  dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li gundê xwe bi temenê xwe yê mezin ber xwe dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hisên Ezam destnîşan kir ku pêwîste bi rêya diyalogên naxweyî aloziya Sûriyê were çareserkirin û got ku bi dûrxistina Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê aloziya welêt çareser nebe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê bal kişand ser daxuyaniya Rêveberiya Xweser û hewldana Fermandariya Giştî ya QSD‘ê yên der barê yekitiya kurdî de û got: "Ev daxuyanî û hewldan gaveke girîng e, ji bo ku bi serkefinê wan divê xebat were meşandin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedar Bedran Hemo got: ‘‘Pêvajoya niha pêvajoya isbatkirina hebûnê ye. Divê partî û aliyên siyasî ji bo avakirina yekrêziya kurdî berjewendiya giştî di ser berjewendiyên partiyetî re bigirin.‘‘ (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Komîteya Aborî ya girêdayî jinê ya Helebê di sala 2019`an de 6 projeyên cihereng ji zêdetirî 100 karkerên jin re pêk anî. Bi vê yekê rolek di piştgiriya aboriya jinê de û pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê de lîst. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Desteya Enerjiyê bi lêçûna 60 milyon dolarî projeya kehrebê ya herêmên başûrê Hesekê di nava 2 rojên pêş de bi dawî dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Hesekê bang li rêxistinên navdewletî kirin ku ne alîkariya malbatên çeteyên DAIŞ`ê bikin, alîkariya koçberên li kampa Waşokanî bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hejmara koçberên li  kampa Girê Spî zêde dibe û gihaşt 400 kesî, li gel vê yekê rêxistinên mirovî alîkariya şêniyan nakin tenê Heyva Sor a Kurd xizmetê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA