Ji bo koçberên Girê Spî pîrozbahiya sala nû

Ji bo koçberên Girê Spî yên li kampa nêzî bajarokê Til Semin ê Reqayê şahiya sersalê hate lidrxistin.

Ji bo koçberên Girê Spî pîrozbahiya sala nû
Ji bo koçberên Girê Spî pîrozbahiya sala nû
Ji bo koçberên Girê Spî pîrozbahiya sala nû
Ji bo koçberên Girê Spî pîrozbahiya sala nû
Ji bo koçberên Girê Spî pîrozbahiya sala nû
31 kanûn, 2019   19:54
EYN ÎSA

Bi boneya sala nû Meclisa Kantona Girê Spî û rêveberiya kampa koçberên Girê Spî şahî li dar xistin.

Şahî li kampa nêzî bajarokê Til Semin ê bejahiya bakurê Reqa û bi beşdariya endamên meclisên kantonên Kobanê, Girê Spî, Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û koçberên li kampê bi rê ve çû.

Şahî bi rêzgiritinê dest pê kir, paşê hevserokê kampa koçberên Girê Spî Mihemed Ebû Delîl axivî û sersala beşdaran û malbatên şehîdan pîroz kir. Mihemed spasiya kesên alîkariya koçberan dikin kir.

Paşê ser navê herêma Firatê hevserokê herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî û îşaret bi berxwedana gelên herêmê ya li dijî çeteyan û dagirkeriyê kir.

Mihemed soza berxwedana li dijî artêşa Tirk da û got, "Hûn ne koçber in in, lê belê hûn in ên ku li dijî bêrûmetiyê sekinîn û parastina xaka Sûriyê kirin.

Her wiha ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê cîgirê hevserokê Meclisa Rêveber Hemdan Ebd axivî û spasiya rêveberiya kampê û Meclisa kantona Girê Spî kir, ku alîkariya koçberan dikin û kamp ji wan re vekiriye.

Hemdan Ebd got, Erdogan ji bo ewlehiya herêmê têk bibe, xaka Sûriyê dagir kiriye, gelo çi karê Erdogan li Lîbyayê heye ku çete şandin wir? Mirov dikare bibêje, ku li wir jî hewldana têkbirina ewlehiyê dike.

Şahî bi stran û govendên zarokên li kampê pêşkêş kirin bi dawî bû.

Tê zanîn ku li kampa koçberêen Girê Spî nêzî 100 malên ji Girê Spî û bejahiya wê hene.

(eh)

ANHA