Li Amûdê têkildarî girîngiya yekrêziya kurdî panelek hate lidarxistin

Li navçeya Amûdê têkildarî girîngiya avakirina yekitiya kurdî panelek hate lidarxistin. Di panelê de bang li hêz û partiyên kurdî hate kirin ku nakokiyên xwe bidin aliyekî û yekitiya kurdî ava bikin ku karibe ji êrişên li ser Kurdistanê bibe bersiv.

Li Amûdê têkildarî girîngiya yekrêziya kurdî panelek hate lidarxistin
Li Amûdê têkildarî girîngiya yekrêziya kurdî panelek hate lidarxistin
Li Amûdê têkildarî girîngiya yekrêziya kurdî panelek hate lidarxistin
Li Amûdê têkildarî girîngiya yekrêziya kurdî panelek hate lidarxistin
Li Amûdê têkildarî girîngiya yekrêziya kurdî panelek hate lidarxistin
Li Amûdê têkildarî girîngiya yekrêziya kurdî panelek hate lidarxistin
Li Amûdê têkildarî girîngiya yekrêziya kurdî panelek hate lidarxistin
31 kanûn, 2019   19:31
QAMIŞLO

Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê –Amûdê bi mijara girîngiya avakirina yekitiya kurdî û astengiyên li pêşiya avakirina yekitiya kurdî dibin bend paneleke bi dirûşmeya "Rewşa heyî û yekrêziya kurdî" li avahiya civînan a Meclisa Navçeya Amûdê lidar xist. Mîna vê panelê li Qamişlo, Girê Legê û Hesekê jî hatin lidarxistin.

Şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, endamên saziyên civaka sivîl, endam û nûnerêen partiyên siyasî yên kurdî, rewşenbîrên ji Amûdê, Qamişlo û çalakvanên siyasî tev li panelê bûn.

Destpêkê dîwana panelê hate avakirin. Endamên dîwanê ev in, sekretêrê Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê "El-Partî" Nesredîn Îbrahîm, endamê Desteya Rêveber a PYD‘ê Ebdulkerîm Saroxan û endamê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê şaxê Amûdê Beşîr Mele Newaf.

Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê ya Şaxê Amûdê Kedyar Dirêi pirsên xwe der barê rewşa siyasî, yekrêziya kurdî û astengiyên li pêşiya wê pêşkêşî dîwanê kir.

Li ser pirsa nêrîna partiyên siyasî ya derbarê yekkirin xîbata kurdî û asta ku gihaştinê Nesredîn Îbarhîm  got:"Siyaseteke adil tine ye, lew ra divê em çareseriyeke siyasî demokratîk peyda bikin ku mafên hemû pêkhate, mezheb û kêmnetewên li Sûriyê mîsoger bikin. Di nav de çareseriya doza kurd li Sûriyê divê bi rêbazên demokratîk, siyasî, aştiyene bi rêya diyalogan were çareserkirin."

Îbrahîm destnîşan kir ku ji destpêka aloziya Sûriyê partiyên siyasî yên kurdî û erebî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rêgirtina li ber şerê mezhebperest û olperest li ser du mijaran li hev kirin, yek bernameyekê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê deynin ya din Rêveberiya Xweseriya Demokratîk were avakirin.

Nesredîn Îbrahîm got: "Pêvajoya û dema heyî gelekî nazik e, di demekê de ku êrişên li ser gelê Kurd tê kirin divê hemû partî nakokiyên xwe deyinin aliyekî û diyalogan bidin destpêkirin."

Desteya Rêveber a PYD‘ê Ebdulkerîm Saroxan bersiv pirsa "Çima partiyên siyasî li ser yekitiya kurdî li hev nakin?,  li gorî axaftinên ENKS‘ê, PYD‘ê tu kesî qebûl nake, gelo rastiya vê  yekê çi ye? da: "Xema PYD‘ê armanca gelê Kurd pêk were û xebateke hevpar ji bo parastina wê were kirin. Rojava li pêşberî gefan e, li dijî wê êrişên giran têne kirin di encamê de herêmên kurdî Serêkaniyê û Efrînê hatin dagirkirin. Li ser vê yekê divê em gelê kurd biparêzin û daxwazin wê bi cih bînin."

Saroxan wiha domand: "Xema gelê Kurd parastina nexşerêya Kurdistanê li her çar parçeyan e. Îro beşeke ji Rojava di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, projeya Tirkiyê heye ku tevahî Rojava dagir bike. Lew re divê tevahî partiyên kurdî beriya her tiştî xaka xwe biparêzin, berjewendiyên kesayetî û partiyekî bidin aliyekî û ji bo pêşeroja gelê Kurd û parastina erdîngarî, ziman û çanda kurdî bixebitin."

Der barê pirsa rola rewşenbîran û têkiliyên wan bi partiyên siyasî re endamê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê "Amûdê" got: "Rewşenbîran di serdana hikûmê Baas de gelek zehmetî kişandin. Buhara Ereban ji bo gelê Kurd û gelêln din ên di dîrokê de ji aliyê pergalên serwer û desthildar ve hatibûn înkarkirin derfeteke bû. Rewşenbîran jî ji bo yekrêziya kurdî gelek hewldan dan meşandin. Li ser vê yekê divê her kesek ji bo yekrêziya kurdî û xîtabata Kurdî bixebite û ji derfetê sûdê bigire. Mixebatên hin partiyên kurdî heta niha ev derfet qezenc nekirin û ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî kar dikin."

Panel bi nîqaşan bi dawî bû. hate gotin ku gelê Kurd bi rêya Peymana Sayks Bicot ji dîrokê derket û niha ji erdîngariyê derdikeve. Beşdaran bal li partiyên kurdî kirin ku nakokiyên xwe deynin aliyekî û ji bo berjewendiyên gel bixebitin.

ANHA