Li Kobanê û Reqayê bîranîna şehîdan

Li Reqa û Kobanê cangoriyên azadiyê hatin bi bîranîn.

 Li Kobanê û Reqayê bîranîna şehîdan
 Li Kobanê û Reqayê bîranîna şehîdan
 Li Kobanê û Reqayê bîranîna şehîdan
 Li Kobanê û Reqayê bîranîna şehîdan
 Li Kobanê û Reqayê bîranîna şehîdan
 Li Kobanê û Reqayê bîranîna şehîdan
 Li Kobanê û Reqayê bîranîna şehîdan
 Li Kobanê û Reqayê bîranîna şehîdan
31 kanûn, 2019   18:37
NAVENDA NÛÇEYAN

KOBANÊ

Şêniyên kantona Kobanê şehîdên têkoşîna azadiyê yên meha Kanûnê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle bi bîr anîn.

Şêniyan li ser gorên şehîdan mûm vêxistin.

REQA

Bi boneya sala nû şêniyên bajarê Reqayê serdana Goristana Şehîdan a li gundê Hikûmiyê kir û mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.

Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endamê meclisê Mihemed Îsmaîl û bi navê Meclisa Leşkerî ya Reqayê fermandar Xelef Reqa axivî.

Kesên axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û hêvî kirin ku sala nû bibe sala serkeftin û rizgarkirina herêmên dagirkirî.

Piştî axaftinana mûm li ser gorên şehîdan hatin vêxistin.

ANHA