Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe careke din serî li dozgeriyê da.

Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
31 kanûn, 2019   12:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêberê Abdullah Ocalan; Newroz Uysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya Tirkiyê da.

Parêzeran herî dawî di 7'ê Tebaxê de muwekîlê xwe dîtibû. Ji hingî ve serlêdanên wan bê bersiv dihêlin.