Şêniyên Qamişlo: Tedbîrên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo aramiya me ne

Şêniyên Qamişlo tedbîrîn Hêzên Ewlekariya Hundirîn baş bi nav kirin û wiha got "Bi wê yekê dê dijmin derbasî bajarên me nebe."

Şêniyên Qamişlo: Tedbîrên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo aramiya me ne
Şêniyên Qamişlo: Tedbîrên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo aramiya me ne
Şêniyên Qamişlo: Tedbîrên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo aramiya me ne
Şêniyên Qamişlo: Tedbîrên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo aramiya me ne
31 kanûn, 2019   12:11
QAMIŞLO – SILAVA EBDILREHMAN – SÎMA BIROKÎ

Ji bo aştî û istîqrara herêmê û parastina şêniyên wê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tedbîr zêde kirin, bi taybet beriya şahiyên sersalê da ku tu êrişên terorî pêk neyên û qeza çênebin.

Di nav tedbîran de, hejmara dewriyeyên xwe û nuqteyên kontrolê di têketin û derketina taxan de zêde kirin da ku erebe û kesên diçin û tên lêkolîn bikin.

Hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat sala nû li hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û hêvî kir ku bibe sala xêr û aştiyê. Berekat welatî agahdar kirin ku zagonên Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêk bînin û wiha got: "Divê welatî zagon û biryarnameyên der barê qedexekirina avêtina guleyan di şeva sersalê de pêk bînin."

Kenan Berekat tekez kir ku erka Hêzên Ewlekariya Hundirîn peydakirina ewlehiyê ji hemû welatiyan re ye û destnîşan kir ku kêfxweşbûna şeva sersalê ne bi avêtina guleyan e.

WELATÎ SPASIYA HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN DIKIN

Gelek welatiyan spasiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir. Welatiyê bi navê Îsam Mehmûd wiha got: "Em bi Asayîşê re hevkar in û em her tevgereke ne rast dibînin wan agahdar dikin. Parastina Hêzên Ewlekariya Hundirîn şeva sersalê û zêdekirina bendên kontrolê dê nehêle ku dijmin derbasî bajarên me bibe û operasyonên terorê pêk bîne."

Her wiha welatiyê bi navê Elî Omer diyar kir ku rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hesas e û gef li ser hene, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi şev û roj dixebitin da ku welatî cejnên xwe bi xêr û aştiyane derbas bikin.

Her wiha diyar kirin ku sala 2019`an saleke bi êş bû û hêvî dikin ku sala 2020`an bibe sala vegera ewlehî û istîqrarê û şêniyên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li malên xwe vegerin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/DRwbkyNooPI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>