Heşd El-Şebî: Di encama gulavêtina ji balyozxaneya Amerîkayê de 20 kes birîndar bûn

Heşd El-Şebî ragihand ku zêdetirî 20 xwepêşandêr îro li pêş balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê birîndar bûn.

Heşd El-Şebî: Di encama gulavêtina ji balyozxaneya Amerîkayê de 20 kes birîndar bûn
31 kanûn, 2019   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya Heşd El-Şebî bi daxuyaniyekê wiha eşkere kir: "Zêdetirî 20 kesan di merasîma rakirina cenazeyên şehîdên El-Heşd de bi gule û bombeyên gazê ku ji hundirê balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê hatine avêtin, birîndar bûn. Hejmara birîndarên merasîma cenazeyên şehîdên El-Heşd, bi gule û bombeyên gazê ku ji hundirê balyozxaneya Amerîkayê hatine avêtin, zêdetirî 20’an e."

Alîgirên ketîbeyên Hizbullahê protestoya vekirî li pêş balyozxaneya Amerîkayê bi daxwaza girtina wê û qewitandina balyozê wê, ragihand.

Rayedarên Wezareta Karên Derve ya Iraqê ji Reutersê re wiha got: "Balyozê Amerîkayê û karmendên dîtir ji balyozxaneyê li Bexdayê, beriya ku xwepêşandêr bi ser derdora balyozxaneyê de bigirin, hatin derxistin."

Navenda Lîwa 45 a Heşd El-Şebî êvara yekşemê ankku 29’ê Kanûna 2019’an rastî 3 derbeyên asîmanî yên Amerîkayê hatin. Ew jî wek bersivdana li ser qetilkirina karbesê amerîkî û leşkerên dîtir pêk hat.

(fr)