​​​​​​​Ji bo zarokên Tebqayê şahiya sersalê pêk hat

Komîteya Çand û Hunerê bi hevkariya Komîteya Xwendin û Perwerdeyê û Komîteya Jinan a Tebqayê, îro ji bo zarokên her du baxçeyên zarokan ên Eciyal û Emel şahiyek li dar xist û diyarî dan zarokan.

​​​​​​​Ji bo zarokên Tebqayê şahiya sersalê pêk hat
​​​​​​​Ji bo zarokên Tebqayê şahiya sersalê pêk hat
​​​​​​​Ji bo zarokên Tebqayê şahiya sersalê pêk hat
​​​​​​​Ji bo zarokên Tebqayê şahiya sersalê pêk hat
​​​​​​​Ji bo zarokên Tebqayê şahiya sersalê pêk hat
​​​​​​​Ji bo zarokên Tebqayê şahiya sersalê pêk hat
31 kanûn, 2019   11:31
TEBQA

Di şahiyê de Bav Noel pêşandanek pêşkêş kir û diyarî li zarokan belav kirin. Her wiha zarokan jî dîlan pêşkêş kirin. Ev çalakî bi armanca piştgirya manewî bi zarokan re pêk hat.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî rizgarkirina bajarê Tebqayê ji çeteyên DAIŞ`ê di sala 2017`an de, ev cara yekemîn e ku çalakiyên bi vî rengî li dibistan û baxçeyên zarokan tên lidarxistin

Malbatên zarokan û endamên Rêveberiya Jinan, Komîteya Jinan û Komîteya Xwendin û Perwerdeyê, di şahiyê de amade bûn.

Tê payîn ku şahî tevahiya dibistanên bajarê Tebqa û gundewarên wê pêk werin.

(cx)

ANHA