Artêşa Tirk gundê Um El-Xêr toparan kir

​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî dewriyeya Tirkî – Rûsî bi dawî bû, gundê Um El-Xêr ê Til Temirê topbaran kir. Her wiha balafirên keşfê li ser herêmê digerin.

Artêşa Tirk gundê Um El-Xêr toparan kir
31 kanûn, 2019   11:40
​​​​​​​HESEKÊ

Dewriyeya Rûsî – Tirkî di navbera gundê Aliya û Leylan ên Til Temirê de geriya. Piştî dewriyeya hevbeş bi dawî bû, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Um El-Xêr ê 7 km li rojavayê navçeya Til Temirê topbaran kir.

Di encama topbaranê de ziyanên madî gihîştin mal û milkên welatiyan.

Her wiha balafirên keşfê heta van kêliyan li asîmanê herêmê digerin.

(bx)

ANHA