​​​​​​​Çima Lîbiya?

Lîbya, li gel aliyê stratejîk, bi çavkaniyên binerd jî welatekî dewlemend e. Lîbya ku li navenda erdnîgariya Afrîkaya Bakur cih digire, navê xwe ji peyva “lebû”, ya îro wek "berberî" tê nasîn û ji niştecihên Misrê yên antîk digire.

​​​​​​​Çima Lîbiya?
30 kanûn, 2019   07:29
UMUT AYDIN- NAVENDA NÛÇEYAN

Lîbya hem ji ber ku erdnîgariya rêboriya ji rojhilat ber bi rojava ve ye, hem jî ji ber ku li berava Deryaya Spî cih digire, malovaniya şaristaniyên herî kevn ên cîhanê kiriye. Erdnîgariya Lîbyayê heta niha di bin mêtingeriya Fenîke, Qartaca, Împaratoriya Îskenderê Mezin, Roma, Bîzans û herî dawî di bin mêtingeriya Osmaniyan de maye.

Lîbya herî dawî ji aliyê Îtalyayê ve di sala 1911’an de hat dagirkirin. Gelê herî qedîm ê Lîbyayê, carekê di sala 1800’an de, du caran jî di serdema Osmaniyan de serî hilda. Du caran jî bi Şerê Mezin ê Berberiyan serî hilda.

Di serê sedsala 20’emîn de jî li dijî mêtingeriya Îtalyayê li ber xwe da. Yek ji pêşengên van berxwedanan Omer Muxtar, ji aliyê rêveberiya mêtinger ve di sala 1931’an de hat darvekirin.

Dewleta Lîbyayê, di sala 1951'an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hat nasîn û serxwebûna xwe îlan kir. Di sala 1969'an de bi pêşengiya Muammer Qaddafî di bin navê koma ‘Tevgera Subayên Hur" de darbe pêk hat. Qaddafî heta sala 2011'an anku 42 salan Lîbya bi rê ve bir.

QADDAFÎ Bİ MUDAXALEYA NAVDEWLETî TÊK ÇÛ

Qaddafî bi piştgirî û mudaxaleya NATO’yê hat têkbirin. Piştî têkçûna Qaddafî hilweşîna rejîmê dest pê kir. Îro di navbera hêzên cuda de şerê wekaletê didome. Ji van koman yên derketin pêş, wiha ne:

-Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ya girêdayî general Xelîfe Hefter ku navenda wê Tobruk e.

-Hêzên Hikumeta Mutabaqat a Neteweyî (HMN) yên girêdayî Fayiz El-Sîrac ku navenda wê Terablûs e.

- Hêzên navenda wan Misrata yên piştî Qaddafî têk çûn û bûn xwedî para herî mezin.

- Hêzên navenda wan Zintan ên nêzî sînorê Tunus û li rojavayê welat in.

Lîbya, di sala 2014'an de piştî hilbijartinê di aliyê siyasî de bû du parçe. Şerê îqtîdarê di navbera du hêzan de û di navbera hêzên navneteweyî yên piştgiriyê dide wan de didome.

Meclîsa Nûneran a li Tabrûkê, ji sedî 70’yê axa welat di kontrola xwe de digire. Rêberiya wê general Xelîfe Hefter dike.

ŞERÊ Dİ NAVBERA HEFTER Û EL SÎRAC DE

Hikumeta Mutabaqat a Navendî (HMN), navenda wê li paytext Terablusê ye. Paytexta Terablus a ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hat nasîn jî di nav de, serokê HMN'ê yê ji sedî 30’ê axa welat di destê xwe de dihêle Fayiz El-Sîrac e.

Piştî sala 2014'an li Lîbyayê hêzên Hefter gav bi gav welat xist bin kontrola xwe. Hêzên Hefter ku ji sedî 70’yê welat xist bin kontrola xwe, li dijî hêza El-Sîrac pêşve diçe.

Hêzên Hefter û hêzên El-Sîrac herî kêm li 8 eniyan şer dikin.

Li herêmên Ayn Zara, Halletul Fercan, Kasr bîn Gaşir, Wadî El-Rabî, El-Matar El-Kadîm, El-Sevani, Terablus û El-Aziziyeyê di navbera hêzên Hefter û El-Sîrac de şer didome.

Hêzên bi fermandariya general Xalîfe Hefter, di rojên borî de di serî de li Terablusê operasyon da destpêkirin. Li gorî agahiyên dawîn hêzên Hefter rêya balafirgeha navneteweyî ya Terablusê bi dest xistiye.

AKTORÊN SIYASÎ YÊN LI LÎBYAYÊ KÎ NE?

General Xalîfe Hefter ku yek ji fermandarên artêşa Lîbyayê yê berê bû, di sala 1969'an de piştî îqtîdar hat bidestxistin, li gel Qaddafî cih girtibû.

Piştî li Çadê hêzên Lîbyayê têk çûn, Hefter hat girtin û çû Amerîkayê. Nêzî 20 salan li Amarîkayê ma.

General Hefter, di sala 2011'an de dema NATO ji bo Qaddafî têk bibe mudaxale kir, dîsa vegeriya Lîbyayê. Hefter diyar dike ku ji bo ewlehiya welat ji nû ve ava bike û dixwaze li dijî komên çekdar û "terorîstan" şer bike.

Serokwezîr Fayiz El-Sîrac ku peywirdarê cemaweriyê yê axa wê ya leşkerî tune ye, li Terablusê serokatiya Hikûmeta Mutabaqa Neteweyî dike. El-Sîrac ku herî zêde dewleta Tirk piştgiriya wî dike, ji aliyê gelê herêmê ve wek kesê ji aliyê hêzên navneteweyî ve hatiye erkdarkirin, tê nasîn û pênasekirin.

KÎ PIŞTGIRIYÊ DIDE KÊ?

Di serî de Misr, Camiya El-Erebiye, Erebistana Siûdî, Fransa û Rûsya piştgiriyê didin hêzên Hefter.

El-Sîrac ê ku Neteweyên Yekbkûyî (NY) wî wek "hikûmeta rewa" nas dike jî di serî de Tirkiye, Qeter, DYA, Îngilistan, Îtalya û welatên din piştgiriyê didinê.

Rewşa Lîbyayê, li ser rewşa berberiya li axa Sûriye diyar dibe û tê guhertin.

Tirkiye û Rûsya li eniyê li hember cihê xwe digirin. Tirkiye û DYA li heman alî xuya dikin. Li Sûriyê jî Fransa ku alîgirê DYA’yê tê xuyakirin, li aliyê din cihê xwe digire.

Lê berberiya li vir ne wekî berberiya li Sûriyê mezin û tûj e. Parek hêzên ku piştgiriyê didin HMN’ê yên NY li pişta wan e, li dijî Hefter ne vala ne.

Li gorî pêşketinên li Lîbyayê ger sibê DYA piştgiriyê bide Hefter mirov matmayî namîne.

Muttefîkên DYA'yên herêmî Misr, Camiya El-Erebiye û Erebistana Siûdî ku piştgiriyê dide Hefter, vê îhtîmalê bêtir xurt dike.

Hêzên emperyalîst û paşverû yên herêmê, bi mudaxaleya ku NATO piştgiriyê didê, rê li pêş hilweşîna rejîma Qaddafî vekir û welat bêtir xist nava kaosê. Ev hêz niha li welat têkoşîna serdestiyê dikin.

Lîbya, di aliyê dîrokî de yek ji welatên ku di mijara hevsengiya siyasî de, di nava welatên Afrîkaya Bakur de roleke bibandor daye ser xwe. Lewra Lîbya ji ber ku di Deryaya Spî de welatê sînor e, xwediyê rezervên petrolê yên dewlemend e û nêzî welatên Ewropayê ye, bûye sedem ku hêzên navneteweyî ev der kiriye textê kişikê.

SEDEMÊN KU LÎBYAYÊ DIKIN NAVENDEKE GIRÎNG

Çavkaniyên Enerjiyê: Li Lîbya û Cezaîrê di asteke pir girîng de çavkaniyên petrol û gaza xwezayî hene. Ji ber vê yekê li herêma Bakurê Afrîkayê, ev her du welat demeke dirêj e ji bo kontrolkirinê bûne armanca welatên Rojava. Ji ber vê yekê hêzên ku dixwazin di ser Afrikayê re serdestiyê bi dest bixin, ewil mudaxaleyî vir dikin.

Têkiliya olî û nijadî: Li herêmê têkiliyên olî û nijadî ji Sûdanê dest pê dikin. Di ser Lîbya û Tunusê re derbas dibin û xwe digihînin herêma Fasê.

Dahata Petrolê: Li Lîbyayê rezerveke biqîmet a petrolê heye. Ev ji bo mudaxaleya hêzên derve dibe sedemeke girîng.

Karkerên afrîkayî. Her sal li gel milyonek misrî û milyonek tunusî, girseyeke mezin a karkeran ji Çad û Sûdanê ji bo xebate tên Lîbyayê.

Çavkaniya sereke ya gaza xwezayî ya diçe Îtalyayê: Li Lîbyayê yek ji çavkaniyên girîng ên enerjiyê çavkaniya gaza xwezayî ye. Xeta girîng a gaza xwezayî diçe Îtalyayê, ji vir tê pêşwazîkirin.

Rêgeha koçberan: Di nava welatên Afrîkaya Bakur de welatê herî nêzîk ê Ewropayê, Lîbya ye.

Li Rojhilatê Girava Erebî, li rojhilatê Misr û Sûdanê ye, li rojava Tunus, Cezaîr, Fas û Morîtanya hene. Lîbya di navbera rojhilat û rojava de wekî pirekê ye.

Baş e ev polîtîkayên mudaxaleyê û hilweşînê ji bo gelê Libyayê dê encameke çawa bi xwe re bînin?

Ji sala 2011’an heta niha welatê ku nifûsa wê 6 milyon bû, nêzî 500 hezar mirov bûn penaber. Çavkaniya herî biqîmet a welat hilberîna petrolê ji 1,6 milyon bermîlan (varîl) daket 400 hezar bermîlan. Dahata neteweyî ya serê şexs ji 12.120 hezar dolaran daket 5.193 hezar dolaran.

Îro li welat 2,5 milyon mirov pêdiviya wan bi xizmeta tenduristiyê heye. 400 hezar kes jî pêdiviya wan bi alîkariya zexîreyê heye.

Piştî Qaddafî hat hilweşandin, rewşa kaosê dest pê kir. Bi sedan komên çekdar derketin holê. Bi hezaran mirov hatin kuştin.

Dîsa girêdayî vê rewşa kaotîk û şer bi hezaran mirovên xwestin biçin Ewropayê di Deryaya Spî de xeniqîn.

Li Lîbyayê nêzî 8 sal e rewşa kaosê didome. Di encama vê krîz û kaosê de mirin, talankirin, wêrankirin, xizanî û birçîbûn derket holê.

ANHA