Zaroka 3 salî ku ji gaza jehrî ya Tirkiyê jehrî bûye, nikare tedawî bibe

Zaroka 3 salî ya bi navê Fatima, dema artêşa Tirk a dagirker êrişî herêmê kir, bêhna gazê kişandiye. Rewşa wê kambax e û malbata wê jî nikarin wê derman bikin.

Zaroka 3 salî ku ji gaza jehrî ya Tirkiyê jehrî bûye, nikare tedawî bibe
Zaroka 3 salî ku ji gaza jehrî ya Tirkiyê jehrî bûye, nikare tedawî bibe
Zaroka 3 salî ku ji gaza jehrî ya Tirkiyê jehrî bûye, nikare tedawî bibe
Zaroka 3 salî ku ji gaza jehrî ya Tirkiyê jehrî bûye, nikare tedawî bibe
Zaroka 3 salî ku ji gaza jehrî ya Tirkiyê jehrî bûye, nikare tedawî bibe
Zaroka 3 salî ku ji gaza jehrî ya Tirkiyê jehrî bûye, nikare tedawî bibe
30 kanûn, 2019   10:02
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Rewşa koçberên kantona Efrînê yên li kantona Şehbayê bicihbûne zehmet e, di milekî de artêşa Tirk û çeteyên wê êrişî gund û navçeyên kantona Şehbayê dikin. Di milekî din rejîma Sûriyê kanton dorpêç kiriye û rêxistinên navdewletî alîkariyê naki.

Di nava bi hezarên koçberên ji Efrînê yên zehemtiya birêvebirinê dikişînin û jiyana di xeteriyê de ye, zaroka 3 salî ya ji gundê Celmê yê navçeya Cindirêsê ya kantona Efrîna dagirkirî jî heye.

Malbata zaroka bi navê Fatima Abdulrehman nedizanîn keça wan bi nexweşiya penceşêrê ye û dema di 18’ê Adara 2018`an bi darê zorê ji Efrînê derketin û berê xwe dan gundên kantona Şehbayê, nîşanên nexweşiya li bedena Fatmayê xuya kir.

Piştî rewşa Fatima xerab bû, ew rakirin nexweşxaniya Evrîn a navçeya Fafîn, lê bijîşkan ji malbatê re negotin keça we bi nexweşiya penceşêrê ye û piştî ji wir ew rakirin nexweşxaneya Hebelê. Bav û diya wê agahdar kirin.

Dema diya Fatmayê Eyşê Welo rewşa keca xwe zanî mat ma. Hem keca wê zehmetiyan dikişîne û hem jî rewşa debara malbatê dijwar e û nikarin mehane derziya penceşêrê bikirin!

Lê karaseta herî mezin ew e ku bijîşan ji bav û diya Fatimayê re gotin, hêviya rehetiya keça we ji sedî yek e û da ku rehet bibe divê mehane derman bistîne.

DEMA DENGÊ TOPAN DIBIHÎZE, DIRICIVE!

Eyşê Welo wiha got: “Dema li gundê xwe bûn rewşa keça min baş bû, lê dema artêşa Tirk êrişî Efînê kirin, keça min wê demê sal û nîvek kiribû. Lewma dema tengên top û balafiran dibihîze diricive. Bijîşkan sedema nexweşiya keçka min ji min re gotine. Sedem kişandina qaza kîmyewî ye.”

GUNDÊ ME BI MADEYÊN JEHIRKIRÎ HATE TOPBARANKIRIN

Eyşê Welo got, ku artêşa Tirk gelek caran bi balafiran û madeyên jehirkirî gundê me topbaran kir.

Li gel ku gundê me hemberî gundên parêzgeha Idlib a ku çeteyên artêşa Tirk lê ne ye û berî niha jî artêşa Tirk bi tankan êrişî gund dikirin.

Eyes got, ku tevî derfetên Heyva Sor a Kurd û Rêveberiya Xweser kêm in, lê di heman aliyan de ji alîkariya wan kirine lê dîsa jî ji dermankirina keça wê re nebûye bersiv.

EM NIKARIN KEÇA XWE DERMAN BIKIN!

Diya Fatimayê wiha anî ziman, rewşa birêvebirina me zehemt e û heqê derziyeke nexweşiya keça min 70 hezarê sûrî ye, êdî koçberî alîkariyê bi me re nake em keça xwe derman bikin.Lema ez bang li rêxistinên navdewletî û rêxistinên mafên mirovan dikim ku alîkariya keça min bikin.

DIVÊ HESAB JI TIRKIYÊ WERE XWESTIN

Diya Fatimayê dewleta Tirk berpira nexweşiya keça xwe dibîne û got, divê hesab jê were xwestin û rêxistinên mafên mirovan û NY`yê ew ceza bikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/UBk4TALjMvI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>