Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şaredarî xebatên xwe didomîne

Bi demsala zivistanê re şaredariya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê, kar û xebata xwe zêdetir kir û pirsgitêkên heyî çareser dike.

Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şaredarî xebatên xwe didomîne
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şaredarî xebatên xwe didomîne
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şaredarî xebatên xwe didomîne
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şaredarî xebatên xwe didomîne
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şaredarî xebatên xwe didomîne
30 kanûn, 2019   07:17
HELEB-ARIF SILÊMAN

Şaredariya Gel projeya tora avê yê taxa Benî Zêd a bajarê Helebê bi dawî kir. Tê zanîn ku piştî taxa Benî Zêd di sala 2016‘an de ji çeteyên hate rizgarkirin, 30 malbat lê vegeriyan. Paşê şaredariyê di nava 3 hefteyan de tora avê bi dirêjahiya 100 metreyan çêkir.

Li taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê şaredarî xebatên sererastkirina xetên kanalîzasyonê û danîna rogarên baranê didomîne. Her wiha di rojên pêş de dê şaredarî torên avê û rogarên baranê li taxa Şiqîf jî çêke.

Li her du taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê rêyên bi ziyan ji ber ku zîft tune ye, dê bi xîz (qûm) werin sererastkirin.

Hevseroka Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Roşîn Musa anî ziman ku şaredarî pirsgirêkên kanalîzasyon, torên avê û rêyan çareser dike.  Rojîn diyar kir ku ew li gorî derfetên xwe yên heyî dixebitin.

 (eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3Gcvj4cvk58" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>