ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-12-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-12-2019
30 kanûn, 2019   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Rêveberiya Dibistanan a navçeya Dirbêsiyê bi boneya sersalê şahiyekê ji bo zarokên Serêkaniyê û yên şehîdan li avahiya Girînendeya Perwerdeyê li dar dixe, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Hesekê şehîdekî QSD‘ê li Goristana Şehîd Dijwar oxir dikin û şehîdên meha Kanûnê bi bîr tînin, saet 10:00‘an.

-Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo nirxandina karê xwe yê salane civîneke çapemeniyê li Akademiya Şehîd Mihyedîn a bajarokê Rimêlan li dar dixe, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Koçbera ji Serêkaniyê Emîra Elî Hemed got: “Çeteyan li ser sivîlan kiryarên hovane pêk anîn. Milkên xelkê dizîn. Heta kursiyê kurê min ê astengdar jî dizîn.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Pisporekî karûbarên dewleta Tirk Dr.Mihemed Nûredîn got: “Tirkiyê bi hewldana bidestxistina serweriyên xwe û carede din li ser hesabên Rojhitala Navîn rûbera xaka berfireh bike. Hewldana dagirkirina herêmên bi petrol û gaza xwe têne naskirin, dike.” "(BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk da dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi armanca pêkanîna yekitiya kurdî, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Kobanê meşekê li dar dixe, meş ji qada jina azad destpê dike, saet 12:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Buroya Têkiliyên Giştî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û berdevkê partiyê Salih Muslim di nirxandina xwe ya derbarê 2019’an de, di aliyê erdnîgariyê de têkbirina DAİŞ‘ê serkeftina herî mezin wek ya QSD’ê nirxand. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Lîbya, li gel aliyê stratejîk, bi çavkaniyên binerd jî welatekî dewlemend e. Lîbya ku li navenda erdnîgariya Afrîkaya Bakur cih digire, navê xwe ji peyva “lebû”, ya îro wek "berberî" tê nasîn û ji niştecihên Misrê yên antîk digire. (BI WÊNE).

JIN

- Şehîd Rewşen ji apê xwe bi bandor dibe, xeta wî ya têkoşînê dişopîne û tev li YPJ‘ê dibe. Malbat dibêje şahadeta wê ji me re cihê şehnaziyê ye û mînaka jina azad e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên Bakur  û Rojhilatê Sûriyê hêvî dikin ku sala 2020‘an bibe sala bidawîbûna dagirkeriyê li xaka Sûriyê, her wiha bibe sala aştî û aramî, yekitiya netewî û vegera koçberan li warê xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi demsala zivistanê re Şaredariya taxa Şêxmeqsûdê û Eşrefiyê yên bajarê Helebê kar û xebata xwe zêdetir kirin û astengiyên heyî çareser kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA