‘Çeteyan kursiyê kurê min ê astengdar jî dizîn’

Koçbera ji Serêkaniyê Emîra Elî Hemed got: “Çeteyan li ser sivîlan kiryarên hovane pêk anîn. Milkên xelkê dizîn. Heta kursiyê kurê min ê astengdar jî dizîn.”

‘Çeteyan kursiyê kurê min ê astengdar jî dizîn’
‘Çeteyan kursiyê kurê min ê astengdar jî dizîn’
‘Çeteyan kursiyê kurê min ê astengdar jî dizîn’
‘Çeteyan kursiyê kurê min ê astengdar jî dizîn’
30 kanûn, 2019   06:52
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Di encama êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de zêdetirî 300 hezar sivîlên nêzî herêmên sînorê Sûriyê-Tirkiyê koçber bûn û ber bi herêmên ku QSD`ê parastina wan dike çûn.

Ji ber vê yekê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kampa Waşûkanî li bajarokê Tiwênayê vekir û zêdetirî 64 navend ji koçberan re veqetand, li ser vî esasî niha zêdetirî 5 hezar û 700 koçber li kampê dimînin.

Trajedî û çîrokên koçber cûr bi cûr in, hin zehmetiya mana li kampê dikişînin, hin jî zarokên wan  ên astengdar barê wan girantir kirine, lê em kêmbûna kel û pelên zarokan ji bîr nekin hem derman û dermankirin pêwîst e.

Emîra Elî Hemed ji koçberên gundê Lîylan ê Serêkaniyê ye û wiha binpêkirina"Artêşa Wetenî ya Sûrî"wesf dike.

Çeteyên artêşa Tirk bûn sedema koçberkirina me ji gund, mal û milkên me talan kirin û li dijî ciwanan kiryarên hovane pêk tînin.

Emîra bal kişand ser derbasbûna"Artêşa Wetenî ya Sûrî" ji mala xwe re û got: “Telefon û zêrên me dizîn, lewma em ji malên xwe derketin û me rihê xwe xelas kir.

Heta bi kesên astengdar jî bi binpêkirinên artêşa Tirk bê par neman. Emîra got: “Ji ber kurê min Mihemed ling û destên wî felç in, Heyva Sor a Kurd kursiyek dabûnê lê piştî gundê me hat dagirkirin çeteyan kursiya kurê min dizîn. Dermankirina êşa wî zor e, ji ber bijîşkan gotin, divê emeliyat bibe û em jî nikarin pereyên emeliyatê bidin.”

Emîra di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Kurê min felc e û divê domdar dermanan bistîne, lê dîsa heta çete ji malên me derbikevin, em ê li malên xwe vegerin.”

Li gel ku banga min ji rêxistinên mirovî heye ku alîkariya kurê min bikin û derman peyda bikin.

(eh)

ANHA