Li herêmên hatine dagirkirin, zêdetirî 2 mehan xwendin rawestiyaye

​​​​​​​Li Bakurê Sûriyê ji ber êrişên dawîn ên artêşa Tirk proseya perwerdê hate rawestandin û di encamê 810 dibistan hatin girtin.

Li herêmên hatine dagirkirin, zêdetirî 2 mehan xwendin rawestiyaye
29 kanûn, 2019   07:12
EYN ÎSA

Artêşa Tirk di 9’ê meha Cotmehê de êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir  û di encamê de proseya perwerdê li herêmên hatine dagirkirin û nêzî sînorê Sûriyê-Tirkiyê rawestiya.

Artêşa Tirk û çeteyên xwe ne tenê proseya perwerdê dan sekinadin û zarok ji mafê xwendinê bê par kirin, lê belê kel û pelên dibistanan dizîn û kirin baregeh, di heman demê de 20 dibistanên ku piraniya wan li herêma Serêkaniyê ne topbaran kirin.

Tê zanîn ku çeteyên DAIŞ`ê nêzî salekê bajar dagirkirin û proseya perwerdeyê hate rawestandin, lê piştî QSD`ê bajar ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir, Rêveberiya Xweser dibistan sererast kirin û dîsa derî li xwendinê vebû.

Niha jî piştî êrişên artêşa Tirk û dagirkirina herêmê proseya perwerdê hate rawestandin û 86 hezar xwendekar ji mafê xwendinê bê par man.

Di vê derbarê de nûçegihanên ajansa me ji çavkaniyan ragihandin ku hin mamoste rastî astengiyan tên, anku astengiyên wekî bi îdîayên dê mamosteyan ji nû ve erkdar bikin, dihêlin navên xwe di sicilên taybet bi çeteyan tomar bikin û mamosteyên biçin herêmên di bin serweriya Rêveberiya Xweser de, dê gefan bixwin û mal û milkên wan werin destserkirin.

(eh)

ANHA