Trajediya koçberan ji berxwedanê re nebû kelem

Piştî baran û sermaya dijwar rewşa koçberên li kampa Waşokanî zêdetir bûye û rêxistinên navdewletî hîn jî nabin alîkar.

Trajediya koçberan ji berxwedanê re nebû kelem
Trajediya koçberan ji berxwedanê re nebû kelem
Trajediya koçberan ji berxwedanê re nebû kelem
Trajediya koçberan ji berxwedanê re nebû kelem
Trajediya koçberan ji berxwedanê re nebû kelem
Trajediya koçberan ji berxwedanê re nebû kelem
Trajediya koçberan ji berxwedanê re nebû kelem
Trajediya koçberan ji berxwedanê re nebû kelem
29 kanûn, 2019   08:08
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Duh dema baran bariya seranserî herêman kêfxweş bûn, lê rewşa koçberên li kampa Waşokanî ji ber konan dilop dikirin zêde kêfxweş nebûn.

Di 9’ê Cotmehê de artêşa Tirk êrişî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî kir, di encamê de 300 kes koçber bûn û rihê xwe ji komkujî û binpêkirinan xelas kir.Tê zanîn ku kiryarên çeteyên artêşa Tirk li dijî sivîlan pêk dianîn, heman kiryarên çeteyên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra ne.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo koçberan kampa Waşûkanî vekir û niha zêdetirî 5 hezar û 700 koçberên ji herêmên artêşa Tirk û çeteyên xwe dagirkirine hatine, lê bicihbûne.

Duh bi şev baran bariya û azara koçberan dest pê kir, hin konên wan konên  wan diriyan û hin jî av derbasî konê wan bû, lewma wêneyên trajîdiya kampa Waşokanî di rê û pirikê de diyar dibû.

Piraniya koçberên li kampê ji ber barana dijwar nekarîn ji konên we derbikevin, lê hin jî ji konên xwe derketin û çûn konên hemberî xwe, lewma piştî şeveke ji barana dijwar xemên koçberan zêdetir bûn û hêviya alîkariya ji rêxistinên navdewletî qut kirin.

Tê zanîn ku tenê Heyva Sor a Kurd û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê alîkariya koçberan dikin û di vê derbarê de Komîteya Karûbarên Rêxistinên li Cizîrê diyar kirin, ku ev rêxistin karên xwe bi planên siyasî yên girêdayî aliyên ku piştgiriya wan dikin, girê didin.

Ajansa ANHA`yê tevî zor û zehmetiya rêyan û barana dijwar serdana kampa Waşokanî kir û azara koçberan şopand.

Dibe rewşa herî zor a ku kamîreya ajansa me şopandiye, rewşa koçbera ji gundê Amiriyê yê girêdayî navçeya Til Temirê ye, ji ber di bin xum xuma baranê de kel û pelên konê vediguhest konekî din.

Her wiha rewşa pîremêrê(70)ku nû gihaştibû kampê û di bin serma û seqemê de konê xwe çêdikir, li gel ku cîrana wî piştî baranê vekir, konê xwe laylon dikir û cîranan gotin, beriya baran dîsa bibare em alîkariya cîrana xwe bikin.

Di vê çarçoveyê de koçberek wiha tîne ziman, alîkariyên têne kampê kêm e û têra malbatên li kampê neke, li gel ku ez hêj bê kon im.

Li gel ku zarokên kampê beriya ku dibistan vebûbûna domdar li konlanên kampê dilîstin û dema me serdana kampê kir, me lîstka zarokan nedît, her kes di hundirê kampê de bû û bi zimanê dayîka xwe perwerdeya xwe didît.

 

Ji rewşên herî zehmet ku koçber pê re rû bi rû dimînin, kêmbûna soban ên heyî jî xerabe ne û bêhna gazê ji wan difûre û bandorê li tenduristiya zarokan dike.lê em ji bîr nekin ku kamîreya me rewşa koçberên di hundirên konên xwe de lihêf li xwe pêçabûn.

Koçbera ji gundê Menacîr Idîdal El-Hesen wiha got: “Piştî artêşa Tirk û çeteyên xwe yên bi navên"Artêşa Wetenî ya Sûrî"gundê me digirkirin, em ji gundê xwe derketin û li kampê bi cih bûn, lê rewşa kampê zor e û zehmetiya sermê dikişînin. Ji ber sobên hene xerabe ne û bi zorê vêdikevin. Li kampê derman kêm e û bangewaziya me ew e ku çete ji gundên me derbikevin. Em jî li malên xwe vegerin.Lê tevî zor, zehmetî û azara ku koçber dikişînin jî lê hîn jî li ber xwe didin û dibêjin, heke çete ji gund û bajarên me dernekevin, em li warên xwe venagerin.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-d4sjpojSSs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>